Pêşmerge.. Ber bi artêşeke modern ve...
Xebat û libatên modernîzasyona Pêşmergeyê didome.
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê bi wekalet Kerîm Şingalî ragihand, çeksazî çaksaziya wan ji bo yekxistina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berî şerê DAIŞê dest pê kir, lê ji ber wî şerî, ew prose bipaş ket. Aşkere kir jî, ta niha 14 Lîwa yekîneyên 70 û 80 yên hêza Pêşmerge bûne yek.
Kerîm Şingalî derbarê qonaxên yekxistina peykerê Wezareta Pêşmerge de ji rojnamevanan re ragihand, ew çaksaziya ku wan dest pê kiriye, ji bo wê yekê ye ku hêzên Pêşmerge bibin yek hêz.
Got jî: “Em di Wezareta Pêşmerge de me dest wê proseyê kiriye û ta niha 14 lîwayên Pêşmerge ji yekîneyên 70 û 80 tevlî hev bûne û bûne yek. Lê piştî hatina DAIŞê ji navçê re ew derfet nema, ji ber ku Pêşmerge mijûlî şer bû. Niha jî ew çaksazî bo yekxistina hêza Pêşmerge berdewam e.”
Pirojeya çaksazî û yekxistina Wezareta Pêşmerge, pirojeyekî giştî û demdirêj e, bi mebesta dubare rêxistin û yekxistina hêzên Pêşmergên Kurdistan ye û ji 35 xalan pêk tê, herwiha ji aliyê welatên Amerîka û Birîtanya û Almanya serperiştiya wê tê kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin