Peşmerge hêvîya welat in
.
Sait Oksoy
Di van rojan de, rojeva ku herî zede nîqaş li serî tên kirin şerê Hamas û Îsraîl'ê ye.
Herkes li gorî xwe vî şerî şîrove dike û li gorî dîtin û berjewendiyên xwe tevdigerin û xwe digirin. Hinek ji wan jî fena ku tiştek tune be bê deng dimînin.
Lê hinek jî dibêjin dev jê berdin. Her çiqas îro xal û xîret'ên Ereba di nav dest û piyan de be jî heq kirine.
Tevî ku Êrep 22 dewlet'in û xwedan nufûsek mezin û aborîyek'ê bê ser û binin jî, hê yek kesek ji wan alîkariyek berbi çav ji Filistîniyan re nekiriye û pê ne avet'iye Filistînê.
Mirov li we rewşê dinêre dibê qê temamê Ereba bi hevre fatîha li ser Hamasê xwendine. Ku ev rewş rast bi bawerim yên ku bejin Amîn gelekin.
Gelo çima Êrep wuha bê helwestên?
Dibêjin, Hamas û alîgirên wê di pirsgirêkên Filistin'e de guman barin û divê her kes xwe ji kesên guman bar dûr bixîn'e.
Bê guman îro Rojhelata navin, dibin êwrê kî tarî deye. Di vê navbere de, ev êwrê tarî û şerê tari jibo Kurdistanê tarîtîyek din jî bi xwe re tîne.
Ku em li hinek şîrovekar ên Tirka binêrin, divên di van listik'an de armanç perçe kirina Tirkiyê ye.
Ez ne di wê baweriyê deme. Lê çi dibe bila bibe, divê em wek kurd vê rewşa ne diyar qet bi paş guh nexin û ji herdem zêdetir hay li maf û tevgerên xwe hebin.
Çûnkî, Kurd wek dewletên xwedan hez ne li pey maf û berjewendîya ne. Yên kurda mesele hebun û tunebune. Bila kurd xwe nexap'înin. Di referandûm a serxwebûn'ê de kes li kêleka xwe nedîtin. Qê ev tesadûf bu? Na. Ji me re gotin, hişê xwe bidin serê xwe hê wexta serxwebûna we ne hatîye.
Di vê navberê de êrîşa DAÎŞ'ê yên li ser kurda, şerê Kobanê û helwesta Peşmerge kî Kurdistanê Mesut Barzanî û tevgera wî di derhaq Kobanê de hat bîra min. Min xwest çend rêzan li ser helwesta Mesut Barzanî û bûyer'a Kobanê binivisînim.
Peşmerge Kurdistanê Mesut Barzanî Gava ku dît Koban'ê ket xeterî yê, bê du dilî biryar girt û di dîrok'a Kurdistanê de cara yekem'în bi çekên modern û bin Ala rengîn de tevlî Pêşmergeyên Kurdistanê bi ser sînorê sê dewletan( Irak, Tirkiye, Surîyê) re bi fermî derbas bu. Bi camerî mil da milê birayên xwe û tevlî şerê rizgarîya Kobanê bu. Di wî şerê Kobanê de hin peşmerge birîndar û şehîd bûn.
Birayetî tiştekî weha'ye. Mirov çi bi kî? Ku pêwistî pê hebi divê mirov bikaribe di alîkarîya hev û dude şehîd jî bî be.
Ku peşmerge di şerê Kobanê de erkê xwe bi çi anî. Ku Koban hat rizgarkirin peşmerge dîsa di heman rê de bi serfirazî û di bin Ala Rengin de vegeriya Başurê Kurdistanê, Kurdistana azad.
Min xwest tevî kêmasiyên kurda jî bila xîret kêşî û fedakarî yên Peşmerge bên zanîn û bila kurdên meyî din jî dersekê ji hevkariyê wuha bistînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin