Pêşmerge serdana Fransayê kir
Şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi serdanekê çû Fransayê ye û ligel Serokomarê Fransa François Hollande civiya.
A+A-
Şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi serdanekê çû Fransayê û ligel Serokomarê Fransa François Hollande civiya.
Serokomarê Fransa François Hollande îro li Parîsê li avahiya Koşka Elysseyê mazûbaniya Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir û fermandarên pêşmerge yên ligel wî kir.
Wezîrê Parastina Fransa û çend rayedarên fransî jî tevlî civîna Hollande û şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bûn.
Hat ragihandin ku rayedarên fransî mijara şandina çek û teqêmeniyan bo pêşmerge erênî nirxandine.
Di nava şanda Herêma Kurdistanê de Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir, Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî, Fermandarê Eniya Guwer-Mexmûrê Sîrwan Barzanî û çend fermandarên din cih girtin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin