Pêşmergeyî bersiva Abadî da: Kurd naşikên!

Pêşmergeyî bersiva Abadî da: Kurd naşikên!

Wezareta Pêşmergeyî bersiva Abadî ku êrîşa li dijî Kerkûkê û herêmên din ên Kurdistanê şibandibû têkoşîna li dijî DAIŞ’ê da û got dagirkirina leşkerî, kuştin, koçberkirina gelî, hilweşandin û talankirina xelkê Kurdistanê wek serkeftinekê dibîne.

A+A-

6ê Kanûnê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî êrîşên hêzên Iraq û Heşdî Şeibîyê şibandibû têkoşîna li hember DAIŞ’ê û gotibû: “Yekkirina Iraqê û nehiştina parçebûna Iraqê serkeftineke din bû, ku qet ji serkeftina li hember çeteyên DAIŞê nekêmtir bû.”

 

 Wezareta Pêşmergeyî jî bersiva daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ragihand: “Pir mixabin e, ku serokwezîrê welatekî êrîşkirina ser hemwelatiyên welatê xwe li gel serkeftina li hember terorê berawird dike, hevta dibîne û bi şanazî behsê dike.”

 

 

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de got: “Birêz Ebadî dagirkirina leşkerî û êrîşkirina ser Herêma Kurdistanê, kuştin û koçberkirina gelê Kerkûk, Xurmato û navçeyên din, hilweşandin, teqandin û talankirina xaniyên hemwelatiyên Kurdistanê ji aliyê hêzên Iraqê ve, weke serkeftineke mezin binav dike û li gel serkeftina li hember DAIŞê berawird dike, hevta dibîne!

 

 “Ew serkeftina mezin a bi ser DAIŞê de bi şahidiya hemû cîhanê, eger ne pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê bana, ti caran pêk nedihat. Eger ne ji ber canfedayî û camêriya heman pêşmergeyên qehreman nebaya, piştî 16ê Cotmehê ve, hêzên Iraqî yên bin fermandehiya birêz Ebadî de, dê hemû gelê Kurdistanê bi derdê Xurmato ve bibira.”

 

Daxuyanî wisa pê de çû: “Pir cihê mixabinî ye, ku serokwezîrê welatekî êrîşkirina bi ser hemwelatiyên welatê xwe li gel serkeftina li hember terorê berawird dike, hevta dibîne û bi şanazî behsê dike.”

 

Wezareta Pêşmerge got, ku di demekê de hemû kes li hêviya wê yekê ne, ku diyalog çêbibe û nakokî û alozî çareser bibin.

Her wisa Wezareta Pêşmergeyê got ‘daxuyaniyên wiha wê kîn û rika li hember gelê Kurd derdixe holê û got: “Lê dîrokê selmandiye, ku îradeya gelê Kurdistanê qet neşkestiye û naşkê.’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin