Pêvajokeke nû derdikeve ber avakirina mala Kurd!
Başûrê Kurdistanê, piştî referandûma Kurdistanê, pêncemîn hilbijartinên Parlemena Kurdistan di 30.09.2018an de pêkanî. Hilbijartin bi gelemperî di warek demokratîk û aramî de derbas bû. Beşdarbûna prosesê ne li gor xwestinan bû. Ev jî helbet sebebên wê hebûn.
Yek ji van sebebên sereke ew bû ku pir kes dema hatin ser sindoqan ku dengê xwe bidin, navên xwe di nav tomarkirina lîsteyan de nedîtin.
Sebeba duyem jî ew bû ku berî hilbijartinan bi çend demhejmêran biryarên komîsyona serbixwe a hilbijartinan bû. Du roj berî hilbijartinan zanyarî gihiştin Komîsyona Hilbijartinan:
„Ku zêdetirî 200 hezar regeznameyên Iraqî yên sexte li cihekî nêzîkî bajarokê Koye hatine çapkirin û dixwestin roja dengdanê bi wan sextekarî were kirin. Ji Kerkûk û derdora wê jî xelk şandibûn da ku bi wan regeznameyan deng bidin. Regezname jî bi ser çend bajaran de dabeşkirî bûn, ji wan bajaran; Silêmanî, Kelar, Kifrî, Koye, Teqteq û çend cihên din.”
Li gor van agahîyan, Komîsyona Hilbijartinan wek tedbîr şeş biryar girtin ku yek ji wan bandor li ser dana dengan dikir. Ev biryar jî ew bû ku „bi nasname re pasaport jî mecbûr“ kir! Pir kes nasnameyên wan hebûn, lê pasaportên wan yên İraqî tinebûn. Hemû bê ku dengên xwe bikar bînin ji ser sindoqan bipaş de vegerîyan û dengên xwe nedan. Van herdû sebeban bandor liser proseya beşdarbûnê kir.
Li gor agahîyên rewşa ne fermî; PDK 44 kursî, YNK 21 kursî,Tevgera Goran 13 kursî, Nifşên Nû 8 kursî, Îslamî (Komel) 7 kursî, Ênîya Tifaqî 6 kursî û PDSK jî 1 kursî bidest xist.
Di hilbijartinan de hêza ku herî zêde deng wenda kirin Tevgera Goran e. Bi gelemperî pişgirîyek mezin derket holê ji rêbaza Kurd û kurdistanî re.
Di rojên pêş de wê rewşa çawayîya avakirina hikûmetê jî derkeve ber me. Bi raya min ku PDK hikûmeta ênîyek Kurd û kurdistanî bikaribe ava bike, wê bêtir erkên xwe bicîn bîne. Ji ber ku hin helwesta Tevgera Goran di dema şirîkatîya hikûmetê de û hin jî a YNK ne serkevtî bû. Ji ber ku hin Tevgera Goran û hin jî beşek mezin ji YNK her bûn astek ji gavên çareserkirina pirsgirêkan re. Pêşî li hewlên mezin yên kurd û Kurdistan girtin û destê hikûmeta Bexda li ser Kurdistan xurt kirin.
Niha berpirsiyarîyek mezin dikeve ser milê PDK. Ji ber ku Kurd û Kurdistan pêşengîya çareserkirina pirsgirêkan xist ser milê PDK. PDK mecbûre hikûmetek çalak, pratîk û çêker tercîh bike ku di çaksazîya sazîyên komelatî de serkevtî be.
Divê pêşî li hinek lîstik û xîyanetan bêt girtin.
YNK bi Behram Salîh dixwaze çi bike?
Wê were bîra we. Di 2012an de Celal Talabanî nexweş ket û şertên wî ku postê Serokkomarîya İraq bimeşîne nema bû. Ji bona du salan Behram Salih xwest ku li ser wê postê rûnê. Lê wê demê YNK û malbata Talabanî li henber vê daxwaza Behram Salîh derket û nehişt ku here dewsa Celal Talabanî. Yekem car xeyalên Behram Salîh bi destê malbata Celal Talabanî şikestin xwar. Helbet ev hewla li henber daxwaza Behram Salîh bi hemahengîya malbata Talabanî li gel Îran û Nûrî Malikî (ku wê demê serokwezîrê İraq bû) pêkhat. Di virde rolê malbata Celal Talabanî û Îbrahîm Ehmet xwedî rolên herî gewre ne di nav YNK de hebûn.
Malbata Celal Talabanî û Îbrahîm Ehmed, carek din Behram Salîh derxistin piyasê. Di vir de çî Fêde û hesabên wan hene?
Yekem ceribandin ewe ku Behram Salîh bi dilşikestî ji YNK veqetîya. Piştî veqetandina behram Salih, bi beşek ji YNK re ji xwe re partîyek ava kir. Ji bona ku ev partîya Behram Salîh bandorek li ser YNK neke, ew kişandin nav kêşeyên postê Serokkomarî ya İraq. Bi vê armanca ku bandora siyasî a partîya Behram Salih li ser YNK kêm bikin. Eger Behram Salîh bibe xwedîyê postê Serokkomarî ya İraq, dibe postê malbata Celal Talabanî û Îbrahîm Ehmed. Eger Behram Salîh vî postî wenda bike, tê wateya ku ji hêla siyasî de jî Behram Salîh hin ji partîya xwe û hin ji YNK dibe. Ev lîstek konane bû ku bi destê van herdû malbatan li serê Behram Salîh hat lîstin. Elbet şexsîyeta Behram Salîh û egoya wî, ramanên wî jî musaîdî van lîstikan bûn.
Hikûmeta Federal a İraq her ji helwesta YNK û Tevgera Goran fêde girtîye û xwestîye kontrola xwe, bandora xwe li ser Kurdistan xurtir bike. Di nûnertî ya postê serokkomarîya Behram Salîh û helwesta YNK de carek din ev fersend ket destê Hikûmeta Bexda. Wê ev hewl jî vala derkeve û wê serkevtin a Hevlêr be..
Dem dema xurtkirina sazî û çaksazîya sazîyên dewletê ne. Ev rol liser pişta PDK û hêzên piçûk yên kurd û kurdistanî ne.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin