Peyama Rêberiya PDKÎ bona roja şehîdên Kurdistanê

Peyama Rêberiya PDKÎ bona roja şehîdên Kurdistanê

.

A+A-

Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) îro 31ê Adara 2022yan bi boneya salvegera 75emîn a şehadeta Pêşewa Qazî Muhemed û hevalên wî peyamek bi navê 'Roja Şehîdên Kurdistanê' belav kir.

Di peyamê de şehîdên Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Muhamed û hevalên wî Serok Hecî Baba Şêx û Mihemed Huseyîn Han Seyfî Qazî ku 31ê Adara 1947an li Qada Çarçira ya Mehabadê hatibûn bidarvekirin, hatin bibîranîn.

p-015.jpg

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Civata xelkê xweragir û şehîdperwer a Kurdistanê!

Têkoşerên rêbaza şehîdan, rêbaza rizgariya Kurdistanê!

Em îro li 10`ê Xakelêweya 1401`an a Rojî, roja Şehîdên Kurdistanê kom bûne da ku rêz û emegnasiya xwe li hember cangorî û jixwederbasbûyiya şehîdên Kurdistanê nîşan bidin û peymanê digel armanc û rêbaza wan nû bikin

Heval û hevnîştimanên me!

Ji vê dema ku gelê Kurd seh bi bê mafî, tepeserî û nemaze helandina netewî kiriye, tevger û xebat jî bo rizgarî ji vê belayê berdewam bûye û xortên Kurd bi cangoriyek zêdetir ve xwe nîşan dane û meşa vê xebatê bi xwîna xwe zîndî ragirtine, her ji ber vê yekê, ev xortên ku li pêxema parastina nîştiman û nasnameya netewî û berevanî li man û hebûna netewa xwe canê xwe gorî dikin bi şehîd têne navdêr kirin û pileya şehîdbûn bi wan re tê bexşîn. 

Wê dema ku xortên Kurd ji rêya rizgariya netewî û nîştimanî ve canê xwe gorî dikin, wate dema mirin xwe di pêxema jiyanê de nîşan dide, kêmtirîn rêzgirtin ji vê cangoriyê û xwebextkirinê, diyarîkirina rojek e bi navê “Şehîdan, digel vê ku hemû rojek roja şehîdên Kurdistanê ye, hemû rojek roja rêzgirtin li şehîdan e û ti ciheke vê nîştimanê nîne ku tirbek şehîdan li hembêza xwe negirtibe, lê bo vê ku em hemû di rojek taybet de rêz li şehîdên Kurdistanê bigirin, roja 10`ê Xakelêwe, roja darvekirina Pêşewayê Kurd û Serokê Komara Kurdistanê, wek roja Şehîdên Kurdistanê hatiye destnîşankirin.

10`ê Xakelêweya îsal, 75`emîn salvegera wê bûyera tel e, bûyerek ku dibêje me cangorî û fîdakirin di pêxema netewe û nîştimanê de, ji riha mafxwaziya rêberên me ve çavkaniyê digire û ev taybetmendiye piştî şehîdkirina Pêşewayê nemir jî, li derheq rêberên me yên din, her xwe nîşan dide.

Pêşewa ev rêberê ku li ser vê bawerê bû ku bi cangorîkirin di pêxema rêbaz û bawer de, ne tenê rêbaza wî ji nav naçe, belkî ev rêbaz û bawere bi zîndî û berfirehbûn ve dimîne; bi şêweyek ku tevlî xwîna her xortek azadîxwazê Kurd bûye û dibe jî.

Cangoriya kesayetiyek wek Pêşewa di pêxema netewe û nîştiman de, bû bi nîşaneya herman û zîndîman; bi şêweyek ku ev cangoriye û jixwederbasbûyiye li dil û  mêjiyê her xebatkar û têkoşerek Kurd de cilo da, her lewma em dibînin ku sedan û hezaran têkoşer û xebatkarên Kurd rêya tejî şanaziya nemiran hilbijartin û bi kiryar nîşan dan ku ev neteweye di pêxema gihîştin bi azadî û mafên xwe, ji ti dijwarî û givaşekê xwe pare nahêle, belkî bi şehîdbûna xortên wê û heta rêberên wê, xebat berdewam û berfirehtir dibe.

Em îro jî, dibînin ku dîtingeha desthilatdarên navendî û zal bi ser Kurdistanê de, li derheq mafên rewa û xwastên netewa Kurd, heman dîtingeh û hizirkirin e ku pê Pêşewayê Kurdistan bi dar vekirin. Li binav dadgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi heman awayê 75 sal berî niha jî, biriyar li ser xortên azadîxwaz û mafxwazên Kurd dide û dengê mafxwaziya wan bi girtingeh û sêdaredanê bersiv dide û piştevaniya binav yasa jî bo wan dirust dikin û herwisa serkut û tepeserî li dijî netewa me berdewam bi rê ve dibin û heta wan ji kêmtirîn mafên hevwelatîbûnê bêpar dikin. Desthilatdar baş dizanin ku eva li dijî netewam me kirine û dikin ne tenê nekarîne me bixine qedeman û me ji daxwazên rewa paşekêşeyê bikin, belkî rijdtir ji berê bo mafên xwe yên netewayetî xebatê dikin û di vê pêxemê de ger hewce be emê hembêzê jî bo mirinê vebikin.

Xebat û têkoşîna bê sekînandin û berdewamiya Hizba Demokrat nîşaneya zîndîragirtina rêbaza rizgariya netewî, emegnasî û cangorî ye bi rêya şehîdên Kurd û Kurdistanê, rêvîngên vê rêyê li nav refên Hizba me de bi jixwederbasbûyî li pêxema armancên şehîdên gelê me de xebatê dikin.

Digel vê ku cangorî li pêxema jiyan û azadiya netewî de şanaziyek gelek mezin e, bêguman jidestdana xortên me bo me hemûyan û nemaze bo malbatên wan xemek mezin û bêdawî ye, her lewma hewce ye em li hember malbatên şehîdan emgnas bin û rêz ji wan bigirin, di heman demê de jî, soz bidine wan ku em rijd in li berdewamkirina xebatê li pêxema bidestveanîna hêvî û armancên xortên me yên şehîd ku eva baştirîn padaş e bo şehîdan.

Cihê xwe ye ku em îsal di roja şehîdan, wate 75`emîn salvegera şehîdkirina Pêşewa û hevalên wî de, berevaniyên Pêşewa ji maf û azadiyên Kurd li bêdadgehên rejîma Paşayetî bi şêweyek hêja bilind binirxînin û hem jî vê carê rasparde û wesiyetên Pêşewa nemaze yên pêwendîdar bi wan şîretên ku bo tebayî û yekrêziya xortên netwa Kurd rû li xwe û pişt li dujmin, ji me dixwast.

Di dawiyê de em hêvîxwaz in bi dabînbûna mafê Kurd û azadiyên wê, meşa berfireh a şehîdbûna xortên Kurd dawî pê bê û çiyê din netewam me neçar nebe ku li pêxema mafê rewa yê xwe de hilgirê birînên zêdetir be.

Silav bo canê paqij ê Pêşewa û hevalên wî

Silav bo canê paqij ê tev şehîdên Kurd û Kurdistan

Serê rêz û hûrmet li hember malbatên şehîdan

Silav li girtiyên siyasî

Sorbûn li ser rêya şehîdan heta gihîştin bi armancên wan

10`ê Xakelêweya 1401`an a Rojî

30`ê Adara 2022`an

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin