Peyama Serok Barzanî bo mamosteyên olî

Peyama Serok Barzanî bo mamosteyên olî

Serok Barzanî bi hilkefta birêveçûna Kongreyê Yekîtiya Zanayên Islamî yên Kurdistanê peyamek belav kir.

A+A-

Serok Barzanî di peyamekê de ragihand, rol û bandora mamosteyên olî di qonaxên cuda yên dîroka rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de cihê pêzanînê ye.

Tekez jî kir, di qonaxa niha de rola mamosteyên olî yekalîker e. Bi taybetî li ser nehiştina teror, tundrewî û têkdana binemayên pêkvejiyanê.

Herweha derketina taîfegeriyê li Iraq û navçeyê, gefek mezin liser ferhenga pêkvejiyan, lêborînê û peyama aştîxwaz a olî ye.

Serok Barzanî got jî, kûrkirina hezkirina ax û welat li ser milê mamosteyên olî ye. Di qonaxa niha ya aloz û pir teheda de, nabe rê ji hizr û ferhenga biyan yên li dijî dîndar û niştimanperweriyê civakê dagîr bike.

Amaje bi wê yekê jî da, Cenabê Barzanî yê Nemir Yekîtiya Zanayan damezrand, ji ber ku baş dizanî zanayên olî ji bo berevanîkirina li pîroziyên olî û netewî yên Kurdan, şûrê polayî yê gel in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin