
Peyama Serok Barzanî li ser şewitandina avahiya PDKê û Ala Kurdistanê
Peyama Serok Barzanî li ser şewitandina avahiya PDKê û Ala Kurdistanê
Serok Mesûd Barzanî li ser êrişa îro ya bi ser Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û şewitandina avahî û Ala Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Ev êrîş paşketîbûn û bêferhengî û zihniyeta wê koma şerxwaz ji her kesî re nîşan dide.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Agahiya êrîşkirina ser baregeha Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji aliyê komeke têkder ve, gihişte me, ku di encama wê kiryara neyasayî de sivikatî li Ala pîroz a Kurdistanê û ala PDKê kirine.
Em bi awayekî herî tund, wê êrîşa nemerdane şermezar dikin û em li vir radigihînin ku ev cûre êrîş û destdirêjî bi ti awayî ji pêgeha Kurd û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê kêm nake, lê bi awayekî eşkere paşketîbûn û bêferhengî û zihniyeta wê koma şerxwaz ji her kesî re nîşan dide.
Em ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê çaverê dikin ku rêkarên pêwîst li hember wan êrîşkaran pêk bîne û di heman demê de em tekez dikin ku kesên bixwazin êrîşî PDKê bikin û sivikatî li nirxên gelê Kurdistanê bikin, dê baca wan kiryarên xwe bidin.
Mesûd Barzanî
17ê Cotmeha 2020an
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin