Peyva 'Ararat' di navbera Tirkîyê û Çînê de bû pirsgirêkek dîplomatîk

Peyva 'Ararat' di navbera Tirkîyê û Çînê de bû pirsgirêkek dîplomatîk

Nivîsa peyva “Çîyayê Ararat” li ser alîkarîyên pizîşkî yên ku Çînê ji bo rûbirûbûna koronayê ji Ermenistanê re şandine, bûye pirsgirêkeke dîplomatîk di navbera Çûn û Tirkîyê de.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di demekê de ku vîrusa koronayê li cîhanê belav bûye, Çînê hin hevkarîyên pizîşkî bo rûbirûbûna vê vîrusê ji Ermenistanê re şandine. Li ser kartûnên wan alîkarîyan hevokek wisa hatîye nivîsandin: Bila dostatîya me ji Çîyayê Araratê bilindtir û ji rûbarê Yangtize dirêjtir be.

Tirkîyê li ser bikaraîna Peyva “Çiayayê Ararat” nerazîbûna xwe nîşan daye û daxwaza zelalkirinê ji Çînê kirîye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkîyê, Hamî Aksoy ragihand, roja 11ê Nîsanê wan peywendî bi Balyozê Çînê yê li Enqerê û Wezareta Derve ya Çînê li Pekînê kirine û têkildarî nivîsandina peyva Çîyayê Ararat li ser alîkarîyên ku ji Ermenistanê re hatine şandin, daxwaza zelalkirinê ji hikûmeta Çînê kirine.

Hamî Aksoy daye xuyakirin, Balyozê Çînê yê li Enqerê ji wan re ragihandîye ku “ew alîkarîyê ku ji bo Ermenistanê ve hatine şandin, ji alîyê rêveberîyeke xwecihî ya li Çînê ve hatine şandin û ji alîyê kompanîyeke kerta taybet ji bo Yerîvan a paytexta wî welatî hatine veguhastin.”

Aksoy herwiha dîyar kir, “Balyozê Çînê tekez kirîye ku li ser wan alîkarîyan bi rênivîsa Çînî hatibû nivîsandin û ti behsa Çîyayê Ararat nehatîye kirin, lê belê ji wan re derketîye ku rênivîsa ingilzî paşê li ser wan hevkarîyan hatîye zêdekirin.”

Bi gotina Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkîyê, Balyozê Çînê ji wan re gotîye ku “li ser vê mijarê wan dest bi lêkolînê kirîye” û amaje bi wê yekê jî kirîye ku “hikûmeta Çînê rêz li serwerî û yekparçeyîya axa Tirkîyê digire.”

Alîkarîyên Çînê  yên bo Ermenistanê ji 120 ventilator an amûrên henasedana destkird, du îstgehên oksîcenê, 60 hezar kît, 60 hezar maskên pizîşkî, 280 hezar maskên asayî, 20 hezar berçavkên taybet, 100 hezar cilûbergên taybet bi xweparastina ji koronayê û hin derman.

Çîyayê Ararat, cihê dirustbûna yekemîn Komara Kurdî ya bi pêşengîya tevgera Xoybûn û bi serkirdatîya Îhsan Nûrî Paşa ye.

Çîyayê Ararat yan Agirî dikeve sînorê parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê û hevsînore ligel bajarê Mako li Rojhilatê Kurdistanê li Îranê, Ermenistan û Azerbaycanê.

Ermenî vî çîyayê wek semboleke xwe ya netewî dibînin û giringîya xwe ya taybet bo Ermenîyan heye.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin