
Pezeşkiyan: Em bi cîranên xwe re bira ne û ne li pey şer in!
.
A+A-
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, di Pêşengeha 18emîn a Turîzmê ya Navnetewî ya Tehranê de axivî û bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn.
Pezeşkiyan, bêyî ku nav bide Îsraîl bi pêkanîna jenosîdê li Xezeyê tawanbar kir û got, “Ger dabînkirina ewlehiyê li herêmê dixwazin, divê dev ji qetlîman berdin.”
Herwiha Pezeşkiyan diyar kir ku Îran bi cîranên xwe re wek bira ye û wiha pê de çû:
"Em ne li pey şer in, bi cîranên xwe re bira ne. Me bi dinyayê re dîyalog bi rêya aştiyê danî. Lê belê yên zorbetiyê dikin, qetlîman pêk tînin, çekên qirkirina girseyî amade dikin û ew aliyê ku dibe sedema şer û xwînrijandinê ye.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin