Pezeşkiyan: "Em ê vegerin peymana nukleerê"

Pezeşkiyan: "Em ê vegerin peymana nukleerê"

.

A+A-

 Pezeşkian diyar kir ku ger DYA û aliyên Ewropayê yên peymana nukleerî erkên xwe bi cih bînin wê vegerin peymana nukleerê.

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan li New Yorkê ku ji bo beşdarî Civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe bi nûnerên payebilind ên saziyên medyayê yên Amerîkayê ra hat bal hev û pirsên wan bersivand.

Rêberê Îranê di axiftina xwe de li bara tercihên siyaseta derve ya welatê xwe de, bal kişande ser vê yekê ku armanca siyaseta derve ya hikûmeta wî welatî pêşxistina têkeliyan û pêwendiyan li ser bingeha rêzgirtina dualî bi hemû welatên cîhanê re ye û cîranan li pêşiyê de ne.

Pezeşkiyan diyar kir ku ew dixwazin bi rêxistinkirina têkiliyên li ser esasê dostaniyê û beşdariya hevpar rê li ber bêewlehiya herêmê bigirin û wiha got: "Em hewl didin ku şer û xwînrijandinê bi aştî û ewlehiyê veguherînin, cîhaneke ku mirov lê hene, ne kuştin, ava bikin." Pezeşkiyan got: "Em ê vegerin peymana nukleerê."

Pirsgirêka çekên nukleerî

Pezeşkian li ser pirsa îhtîmala ji nû ve destpêkirina muzakereyên nukleerî yên di navbera Îran û Amerîkayê de jî wiha got: "Me hemû sozên xwe yên di peymanê de bi cih anî, lê ew (Serokê berê yê Amerîkayê Donald) Trump bû ku ji peymanê vekişiya û mixabin welatên din jî alîkarî nedan vejandina vê peymanê. Her roj cezayên nû li dorpêçên li dijî Îranê zêde bûn.”

Herwiha li ser pirseke derbarê şiyana welatê xwe di berhemanîna çekên navokî de, wî bersiv da û got, çekên navokî di doktrîna berevanî û ewlehiya Îranê de cihê xwe nagirin û fetwaya rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî ya qedexekirina berhemanîn û bikaranîna çekên nukleerî bi bîr xist.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin