Piranî xelkê Tirkiyê daxwaza  dersînorkirina koçberan dikin!

Piranî xelkê Tirkiyê daxwaza dersînorkirina koçberan dikin!

Piranî xelkê Tirkiyê piştgiriya biryara dersînorkirina koçberan dikin lê hinek kes jî ji ber berdewamiya şer dersînorkirina koçberan xelet dibînin. Koçberên Sûrî jî ji ber biryara dersînorkirinê metirsîdar in.

A+A-

Li gor ragihandina biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji  bo koçberan ew kesên ku li vî welatî qeyda wan nîn e dê bên dersînorkirin, yên ku qeyda wan jî li kîjan bajarê be dê bên şandin bo wî bajarî.


Li nav koçberan zêdetir kesên Sûrî hene ku wek fermî hejmara wan ji zêdeyî 3 milyon û 500 hezar kes tên destnîşankirin. Piraniya wan jî bi hinceta derfeta kar û perwerdehiyê baş in berê xwe didin Stenbolê ku li vî bajarî 547 hezar Sûrî hene lê ligel yên neqeydkirî ev hejmar hin zêdetir dibe.


Li nav xelkê Tirkiyê der barê polîtîka ya li ser penaberan de nêrînên cuda hene. Hinek kes daxwaza şandina koçberên Sûrî dikin lê hinek kes rexne li biryara hikûmetê digirin.


Xelkê Sûriyê û yên din ku ji welatên din koçî Tirkiyê kirine der barê biryarê de dilgiran in û di wê baweriyê de ne ku ji ber biryarê jiyana wan dê hîn xerabtir bibe.


Piştî biryara wezaretê, Parêzgeha Stenbolê jî heta 20ê Tebaxê muhlet daye ku koçberên qeydê wan nîn e bajêr biterikin. Li ser vê biryarê li sûk û kolanan kontrola hêzên ewlekariyê yên li ser koçberan zêdetir bû. Ji ber vê gelek koçber newêrin derkevin derva.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin