Pirsgirêka vekirina riya Hewlêr-Kerkûkê diçe Bexdayê
Bo çareserkirina pirsgirêka riya Hewlêr-Kerkûkê, şandeka Herêma Kurdistanê çû Bexdayê û biryar e îro bi berpirsên Iraqê re bicive.
A+A-
Li gor K24ê Berpirsê Polîsa Hewlêrê û Endamê Şanda Kurdistanê Ebdulxaliq Telet li ser bernameya şandê, got şanda Kurdistanê bi armanca guftûgokirina derbare vekirina riya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de bi berpirsên Iraqê re dicive.
Got jî, pirsên teknîkî yên vekirina riyê bidawî bûne û derbarê pirsên ewlehiyê de bi berpirsên Iraqî re guftûgoyê dikin. Hêvîdar in li ser vekirina wê rêyê lihev bikin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin