
Pirsgirêkê di êrişkirina ser cotkarekî de biçûk nekin
.
Arif Qurbanî
Pêr dîmenê cotkarekî Kurd li gundê Şenaxeyê yê qezaya Dûbizê ya navçeya Sergeranê, li ser traktora xwe dema dixwest erdê xwe biajo, çend leşkerên Îraqî stûpêça stûyê wî dikişînin. Her wiha dîmenê cotkarekî li pêşberî hamereke leşkerî dirêjkirî ye û dîmenê du hamerên leşkerî ku pêş û paşiya traktorekê girtine û nahêlin erdê cot bike, bi awayekî berfireh li ser medya û torên civakî belav bûn.
Belavbûna van dîmenan di asta navxweyî ya civaka Kurdî de bertekên zêde bi dû xwe de anîn, torên civakî û medyaya Kurdî wekî pirseke neteweyî û niştimanî pê re tevgeriyan. Di asta fermî de jî Hikûmeta Herêmê û fraksiyonên cuda cuda yên parlamentoyê li Herêm û Bexdayê û beşek ji partiyên siyasî jî li ser axivîn û bê deng neman.
Piştî daxuyanî û peyamên Kurdistanê, li Bexdayê jî serokwezîr biryara pêkanîna komîteya lêkolînê da û biryar hat dayîn ku ew çend leşker bên cezakirin. Îdareya herêmî ya Kerkûkê jî mizgîniya wê yekê da ku pora serê leşker hatiye rûtkirin.
Digel ku ew coşa civakî ya xelkê Kurdistanê, wekî encama wî dîmenê dilhejîner ê li hemberî cotkarên Kurd tê kirin, livandina hesta neteweyî û tevgerîna şiûra civakê ji bo redkirina dagirkeran, cihê dilxweşiyê ye. Karekî herî mezin e ku dîmenek şiûra civakê ji bo redkirina dagirkeran bihejîne. Lê di heman demê de cihê ponijîn û nîgeraniyeke kûr e jî ku ev pirs di zihniyeta desthilatdaran de di reftereke takekesî ya çend leşkeran de bê biçûkkirin û bi wê yekê li ber dilê xelkê bidin ku dê lêpirsîn bi leşkeran re bê kirin.
Ji ber ku hest bi wê yekê tê kirin ku arasteyeke dij li ser du astan kar ji bo wê yekê dike ku nehêle şiûra civaka Kurdî bi wî awayî bilive ku reftereke dewleta Îraqê red bike. Ji aliyekî ve ev pirs jî bi wê arasteyê tê livandin ku xwê li ser birînên Kurdan bi xwe de bireşîne.
Divê em wê rastiyê bibînin ku Kurdistan ji bo dagirkeran maleke vekirî ye û di hemû astan de têra wê yekê xelk çêkirine ku di her çirkeyekê de bixwazin dikarin wan ji bo xapandina raya giştî ya Kurdistanê bi kar bînin. Temaşe bikin ji pêr ve di torên civakî de bi sedan şirove di wê arasteyê de hatine nivîsandin dijî YNK û PDKyê, 'Axayên van leşkeran li Hewlêrê ne û ji wir ve tên arastekirin, ev encama rêkeftinên veşartî yên YNKyê û lawaziya parêzgarê wê li Kerkûkê ye'.
Ji aliyekî din ve jî kar ji bo biçûkkirina pirsê bi wî awayî tê kirin ku ew reftar û biryareke kesîtî ya leşkerekî bûye. Şexsîkirina arîşeyê di navbera leşkerekî û cotkarekî de ku ne dûr e piştî meheke din pêşniyara wê yekê jî bikin ku lihevkirina eşîrî ji wan re bê kirin.
Di demekê de ya ku qewimiye ne bi biryar û ne reftereke kesîtî ye, ne têkiliya wê bi pêkhateyeke diyarkirî ya Ereban re heye û ne jî girêdayî îdareya Kerkûkê ye, kakila mijarê jî ne girêdayî wê yekê ye ku reftereke xirab ji aliyê artêşê ve li hemberî cotkarekî Kurd hatiye kirin.
Lê koka pirsgirêkê zihniyeta dewletê piştrast dike ku wekî dewleteke dagirker bi Kurdan re li ser axa wan bi xwe tevdigere. Ji ber ku ya pêr li gundê Şenaxeyê yê devera Sergeranê qewimî, ne bûyereke nû ye û ne bûyera tikîtenê ya bi vî rengî ye jî.
Di dirêjahiya heşt salên borî de, di demsalên çandinê û demsala berhevkirina berhema çandiniyê ya deverên Xaneqîn û Kerkûkê de, ev dîmen dubare dibin. Ya ku bûyera pêr ji yên berê cuda kir, bi rêya medyayê veguhastina helwesta cotkarên serbilind û şerefmend ên gundê Şenaxeyê di rûbirûbûna artêşê de û dîmenê refterên kirêt ên leşkeran li hemberî cotkarên Kurd bû.
Eger na ji 16ê Çiriya Pêşîn û bi şûn de, ne tenê ev gund, lê piraniya gundên Kurdan li navçeyên Germesêrê ji Celewla û Xaneqînê heta digihîje navçeyên Daqûq, Dûbiz, Sergeran û Deşta Neynewayê, bi dehan caran ketine ber êrişa eşîrên Erebên proseya Erebkirinê û hêz û artêşa Îraqê.
Bi dehan caran, bi sedan donim erd bi genim û cehê çandî hatine şewitandin, bêder û xirmanên wan hatine agirdayîn, bi dehan caran bi kom cotkar hatine desteserkirin û di girtîgehan de hatine asêkirin.
Di demekê de ku tevahiya biryarên Beesê (Meclisa Serkirdatiya Şoreşê) ku di çarçoveya siyaseta Erebkirinê de xwedîtiya van erdan ji Kurdan wergirtibû û bi navê amrazên Erebkirinê ve kiribûn, hatine betalkirin. Ji ketina Sedam û vir ve, bi biryara hakimê medenî yê Îraqê Paul Bremer, karkirina bi wan biryaran hat rawestandin, paşê di Encûmena Hukim de biryara betalkirina wan hat dayîn.
Kurd vegeriyan ser erd û warê xwe. Lê ev çend sal in careke din nola serdema Sedêm, sazî û dezgehên dewletî bi dezgehên leşkerî, ewlehî û îdarî ve dest bi piştgirîkirina Erebkirinê kiriye. Kurdan careke din penaya xwe bir ber derxistina yasayeke nû ji bo ji nû ve betalkirina biryarên (Meclisa Serkirdatiya Şoreşê) ya Beesê û vegerandina xwedîtiya erd û zeviyên desteserkirî li xwediyên wan ên rastîn.
Ji meha borî ve, li Parlamentoya Îraqê deng li ser wê yasayê hatiye dayîn, Dadgeha Federal pesend kiriye, serokatiya komarê razîbûna xwe li ser nîşan daye, pêr hevdem bi belavbûna wê yasayê di rojnameya Weqaya Îraqî de, artêşê bi çek û hamerên leşkerî avêt ser cotkarên Kurd û ne tenê rê li ber wan girt ku erdên xwe bi kar bînin, li şûnê û li darî çavê kanalên ragihandinê cotkarên Kurd dizêrandin û şkence li wan dikirin.
Ev reftar jî di demekê de diqewimin ku her sê postên serokkomarê Îraqê, cîgirê serokwezîr û cîgirê serokê Parlamentoya Îraqê di destê Kurdan bi xwe de ne. Her wisa Wezareta Dadê ku arîşeya girêbesta erdê cotkaran rasterast girêdayî wê wezaretê ye, di destê Kurdan de ye.
Posta parêzgar li îdareya Kerkûkê wek wê cografyaya ku ev arîşe tê de diqewimin di destê Kurdan de ye. Ji aliyekî din ve jî, di destûra Îraqê de rêbazên çareserkirina van kêşeyan û rêlibergirtina dubare pêrewkirina siyaseta qirkirina nijadî hatine çespandin.
Divê ev bûyer gelê Kurdistanê têxe ber helwestekê ku ji nû ve xwe û dewleta Îraqê pênase bike. Dewletek bi hesab Kurd ji gupîtka desthilatê heta hemû ast û movikên wê tê de beşdar bin, destûr û yasayên wê jî bi wî rengî bin ku curek ji dilniyayiyê ji bo Kurdan misoger kiribe ku zilm û zor li hember wan nayê kirin.
Lê hîn jî ev reftar û tevgera dewletê li gel Kurdan be ku em rojane ji Deşta Neynewayê heta Germesêrê bi çavê serê xwe dibînin. Divê Kurd ji wê yekê têbigihîje ji bo welatekî ku ti pabendiyeke wî bi destûr û dezgehên dewletî ve nîne, ti xal û bendeke yasa û destûrê nikare dilniyayiyê misoger bike ku dahatûya wî ji demboriya wî taltir nabe.
Li welatekî bi vî rengî ya ku hevkêşeyan yekalî dike û hevsengiyê diparêze, hebûna hêzê ye. Hêza hebûn û cihê te di wan post û navendên desthilatê de ku wek para neteweyê û ji bo misogerbûna dilniyayiyê di rêlibergirtina çewsandina Kurd de bi te hatine dayîn. Her wiha li ser erdê çi hêzeke te heye ku bikaribe li hemberî her cure stemkariyekê raweste?
Helwesta cotkarên Kurd li deverên ku ketine ber êrişa Erebkirinê, cihê dilxweşiyê ye ku heta niha bi hêza bîr û baweriya xwe mane û li hemberî zilm û zora şoveniyên kevn û nû radiwestin, ku ew jî xeyseteke resen a takekesê Kurd di demboriyê de bûye û her ew jî bû ku Kurd hiştiye.
Pêwîst e alîkariya vî giyanê berxwedanê û hesta lêxwedîderketinê bê kirin û bihêzkirin ku di dawiyê de zindîtiya vê ruhiyetê dibe haveyna serkeftinê.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin