Pirtûka Rizgar Elegez ‘Xunçeyên Heyamê’ derket
Pirtûka Rizgar Elegez ‘Xunçeyên Heyamê’ derket
A+A-
Pirtûka Rizgar Elegez a ji helbestan pêk tê “Xunçeyên Heyamê” ji Weşanên Avestayê derket û niha li ber destê xwînerên xwe ye.
Weşanxaneya Avestayê berhema Rizgar Elegez a bi navê “Xunçeyên Heyamê” çap û belav kir.
Ji kitêbê beşek:
“Du kes hişyar in li vê şevê, li şev nîvê şevê;
Yek ez im ya din hemû hebûna te
Ne av hişyar e aniha ne jî belgek dilipite ji darê,
Şev ji pirtiyên xwe kirasan li min dike ji rengên xwe,
Yadgarên rûnak wekî stêrk li ser belav dike.
Du kes hişyar in li vê şevê;
yek ez im ya din hemû peyvên te,
Ne dem hişyar e anaha ne jî çirkek dibişkive ji kêliyê
Zeman xalî ye mekan xalî xunavek evîn dibare di xêla kîp
her sermedî lê jiyan dike.”
Rudaw
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin