Pirtûka 'Serpêhatiyên Alîcê' ya Lewis Carroll êdî bi Kurdî ye
.
Ji klasîkên zarokan pirtûka "Serpêhatiyên Alîcê" ya Lewis Carroll bi kurdî derketiye. Mem Farqîniyî pirtûk ji Ingilîzî wergerandiye kurdî û Weşanxaneya Aramê çap kiriye.
Lewis Carroll, ji ber di malbateke mezin de mezintirîn zarok bû, hînî zarokên biçûk bibû. Leystika bi zarokan re û çîrokbêjiya ji bo zarokan pir li xweşiya wî diçû. Dema bi mezinan re diaxivî, zimanê wî dieliqî. Lê dema bi zarokan re xeber dida zimanê wî vedibû û dibû weke bilbil. Çîroka "Serpêhatiyên Alîcê" jî di serî de tenê ji bo kêfa sê hevalên xwe yên keçik bîne afirandiye. Bi taybetî jî keçika herî biçûk a deh salî Alice Liddell. Piştre Alice hevalê xwe qanih dike ku van serpêhatiyan binivîse.
"... Alîcê dît ku derî ji eywaneke biçûk re vedibe. Eywan wisa biçûk bû hema hema bi qasî qulika mişkekî bû. Li ser çokên xwe rûnişt û di qulikê de mêze kir. Li aliyê din a eywanê baxçeyek pir xweşik, ku heta aniha nedîtibû dît. A niha tenê tiştek dixwest. Ji vî cihê girtî û tarî derkeve û di nav wan kulîlkên xweş, kaniyên hênik û zelal de li gorî dilê xwe bileyîze. Lê belê wisa bû ku serê wê jî di derî de derbas nedibû. Alîcê ya belengaz fikirî; 'piştî ku milên min derbas nebin, serê min derbas bibe wê çi bibe. Ax xwezî ez jî wek dûrbînek geh kin geh jî dirêj bibûma! Heke zanibûma ez ê çawa dest pê bikim, dibe ku min bikira jî.' Wek ku tu jî dibînî, di vî demê dawî de tiştên wisa ecêb qewimîn ku, Alîcê difikirî ku li vir tiştên nepêkan be hema hema tune ye..."
Di sala 1865an de "Serpêhatiyên Alîcê en li Welatê Newaze", di 1872yan de "Di Hundirê Neynikê de, Alîcê li Wir Çi Dît" û di 1876an de jî pirtûka dawî "Nêçîra Snark" hate weşandin. Alîcê, di wêjeya cîhanê de bi tena serê xwe cûreyek ava kiriye.
"Alice heta çû aliye din flamingoya xwe girt û vegeriya şerê di navbera jojiyan de jî rawestiya bû. Her du jojî jî li holê xuya nedikirin. Alice fikirî; 'ne xem e, pirsgirêk nîn e, ji xwe hemû pir jî waye çûne aliyê din.' Flamîngoya xwe ji bo careke din nereve baş di bin çengên xwe de girt û ji bo galegalê bi hevalê xwe yê bisîk re bidomîne çû ba wî. Alice dema başve vegeriya ba Pisîka Cheshire yê, dît ku li derdora wê girseyek mezin kom bûye. Heyirî. Di navbera Key, Keybanû û celad de nîqaşek diqewimî. Tev bi hev re xeber didan. Ê din jî nizanibûn çi bikin. Bi acizî li wan temaşe dikirin."
Weşanxaneya Aramê piştî 10 klasîkên cîhanê, "Serpêhatîyên Alîcê" ya Lewis Carroll jî diyariyî zarokên kurd kiriye.
Derbarê Lewis Carrol de
Lewis Carroll, di 1832yan de li Cheshire Deresbury yê hatiye cîhanê. Bavê wî keşe bû. Di nozdeh saliya xwe de dest bi zanîngeha dêrê kir. Piştre derbasî Zanîngeha Oxfordê bû, li wir matematîk xwend. Piştre jî weke profesorê matematîkê li wir peywir girt û ew peywira xwe heta mirina xwe, 1898an domand.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin