Pirtûkek nû li ser Komara Kurdistanê derket
Pirtûka 'Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946'an' ji alîyê Kakşar Oramar ve hatîye amadekirin û ji Weşanên Sîtavê derket.
Navenda Nûçeyan- Sala 1946’an salek girîng e di nav dîroka kurdan de. Li Mahabadê Komara Kurdistanê wê sale hat avakirin. Heta niha li ser vê Komara Kurdistanê hin pirtûk hatibûn nivîsandin. Her yekê tiştin nû dîyarî rûpelên kurdî kiribûn û niha yeka din li wan zêde bû: "Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946'an". Pirtûk ji alîyê Kakşar Oramar ve hatîye amadekirin û ji Weşanên Sîtavê derket.
Avabûna Komara Kurdistanê sala 1946’an rûpeleke girîng û trajîk e di nav dîroka gelê kurd û Kurdistanê de. Gelek kesan li ser vê yekê gelek pirtûk nivîsandine lê her alîyek wê meseleyê her kêm maye. Niha pirtûkek nû li ber destan e û dike ku vê valahîyê hinek din jî dagire. Kakşar Oramar gelek salên dirêj ked da û pirtûk amade kir.
Nivîskar Kakşar Oramar ku ew bi xwe ji rojhilatê Kurdistanê ye heta niha li ser Komara Kurdistana ya sala 1946’an gelek lêkolîn kir, gelek nivîsîn, hevpeyvîn kirin. Niha ew di vê pirtûkê de cih girtine. Pirtûka ku bi nave "Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946'an" hatîye weşandin ji hevpeyvîn, analîz, bîranîn, wêne, arşîv, dîtin û nirxandinan pêk tê.
Oramar di vê pirtûkê de ligel şahidên wê demê axivîye, tiştên ku nayên zanîn derxistîye holê. Oramar demek gelek dirêj ev xebat domandîye, agahîyên ji van kesan girtîye ku ev agahîyên ku zêde nayîn zanîn in û di arşîvan de jî nîn in.
Pirtûk ji du beşan pêk tê
Pirtûka ku ji du beşan pêk tê ji 648 rûpel pêk tê û rengîn e. Beşa yekem 160 rûpel nirxandin û analizên li ser komarê ne. Beşa duyem jî ji hevpeyvînan pêk tê. Di dawîya her hevpeyvînê de gelek wêneyên bi mijarê re eleqedar hatine weşandin. Ew wêne jî zêde nayên zanîn ku ev yek bi xwe qîmeta pirtûkê û meseleyê bilindtir dike.
Bi berpirsên wê demê re hevpeyvîn hatine kirin
Hevjîna Pêşewa Qazî mihemed Mîna Qazî; kure wan Elî Qazî, Îfet, Munîr, Perwîn û Suheyil Qazî (Keçên Pêşewa Qazî Mihemed), yek ji pêşengên leşkerî yên dema Komarê Dr. Seyîd Ezîz Şemzînî, mamosteyek ji dema Komarê Kerîm Zend, Wezîrê Perwerdehîyê yê Komarê Menaf Kerîmî, sîyasetmedarê Komarê Xenî Bilûryan hin kesên ku nivîskar Oramar ligel wan hevpeyvîn kirîye û ew di pirtûkê de cih girtine.
Ev pirtûka niha li ber dest wekî cîlda yekemîn hatîye weşandin û wisa dîyar e dê cîldên din jî bên.
- Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946'an -1 / Kakşar Oramar / Weşanên Sîtav / 648 rûpel
Dîyarname
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin