Pispor: Dibe ku Tirkiye ji bo Sûriyê dest ji bijardeya dîplomasiyê berde
.
Tirkiye û Sûriye ya ku piştî çendîn salan hewla asayîbûna pêwendiyan dabûn niha careke din tên beramberî hev. Rayedarên Sûriyê demildest daxwaza derketina Tirkiye ji Sûriyê dikin. Lê Rayedarên Tirkiyê bi rijd in ku ji Sûriyê dernekevin. Pispor û şarezayên Tirkiyê jî xwedî nêrînên cuda ne.
Proseya asayîbûnê ya navbera Tirkiye û Sûriyê de dest pê kiribû ber bi têkçûnê ye. Piştî ku Serokê Sûriyê Beşar Esad deriyê xwe ji bo hevdîtina li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re girtibû vê carê jî Wezîrê Berevaniya Sûriyê Alî Mahmud Abbas li Rûsyayê di konferansekê de ragihand ku Tirkiyê xaka Sûriyê dagir kiriye û got ji ber ku Tirkiye derketina ji xaka Sûriyê red kiriye ber vê çendê hevdîtinên asayîbûnê bê encam mane. Beramberî vê yekê wezîrê berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler jî ragihand ku ew ji Sûriyê dernakevin.
Li gel van geşedanan pisporên ewlehiyê ku balê dikêşin ser guherînên dawî di nava artêşa Tirkiyê de dibêjin egere Tirkiye demekê dîplomasiyê bide aliyekê.
Generalê Xanenişîn Pipsorê Ewlehiyê Mîthat Îşîk diyar kir: “Di nava artêşa Tirkiyê de fermandarên hêzên bejahî û esmanî û sererkanê Tirkiyê guherîn. Ew fermandarên hatine ser kar ev bi salane li Iraq û Sûriyê serkêşiya operasyonan dikin. Taybetî sererkanê nû qada Sûriyê baş dizane bi salan li wê dere bû. Bi van guherînan operasyonên li Sûriyê dê berdewam bikin. Tirkiye her dixwaze bi dîplomasiyê çareseriyekê bîne lê dibe ku dîplomasiyê bide aliyekê jî.”
Beramberî vê yekê şarezayê babetê jî amaje pê dikin ku ne li qadê ne jî li Tirkiyê di rewşa heyî de pêkan nîne ku Tirkiye operasyoneke berfireh pêk bîne lê dê êrîşên xwe bidomîne.
Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Çagtay Balci ragihand: “Ez pêşbînî nakim ku Tirkiye operasyoneke berfireh li Sûriyê pêk bîne. Ji ber ku li Tirkiyê rewşa aborî derfeta vê yekê nade ku operasyoneke berfireh bê kirin. Li qadê jî hebûna Rûsya û Amerîkayê rê nade operasyoneke berfire ya Tirkiyê. Lê belê operasyonên biçûk li dijî serkirdeyên YPG û êrîşên esmanî dê her berdewam bikin.”
Piştî ku di sala 2011an de şerê navxweyî li Sûriyê dest pê kir Tirkiyê jî di navbara salên 2015 û 2020an de 6 operasyon li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê pêk anîn û çendîn deverên Sûriye û Rojava kirin bin kontrola xwe de lu li wê derê bicih bûye.
Di Berfanbara 2022an de jî piştî 11 salan di asta wezîran de Tirkiye û Sûriyê hevdîtinên asayîbûnê dabûn dest pêkirin lê belê heta niha encamek erênî derneketiye ji van hevdîtinan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin