Piştgirên PAK-Swêdê komcivîna xwe ya salane pêk anîn
Piştgirên PAKê yên li Swêdê, li Stockholmê civiyan, komcivîna xwe ya sêyem pêk anîn.
Piştgirên PAKê li Swêdê komcivîna xwe ya sêyem li dar xistin. Berpirsîyarê PAK-Swêd Seval Mert xêrhatina piştgiran kir û civînê ji bo cangorîyên Kurdistanê deqekê dawetî rawestandinê kir.
Ji bo rêvebirina komcivînê Firat Nemrûd, Reşîd Azaro û Tara hatin hilbijartin. Piştî pesinandina rojevê berpirsê Piştgirên PAKê li Ewrûpa Nîmet Mumtaz Aydin axaftinek kir.
M. N. Aydin di axaftina xwe de got; PAKê 5 salên xebatê de 3 kongre pêk anîn. Çi xweş e mirov rêveberên xwe bi xwe ji bo demekê hilbijêre. Piştî ew dema diyar qediya, ew kesên ku me hilbijartine werin, li hember hilbijêrên xwe vekirî hesabê xwe bidin, bibêjin çi kar kirine, di çi de bi serketine, di çi de kêmasîyên wan çêbûne. Kongre jî karê hatiye kirin, binirxîne, başî û kêmasîya destnîşan bike.
Dema demokrasî û şefafî hebe, tu sedem tune ku em ji bo armancên diyar yê hevpar bi hev re nexebitin. Şerê çekdarî îro li bakurê welat tenê zerarê dide welatê me. Her guleyek tê teqandin li me vedigere. Em dive li ser rê û rebaz û amûrên sîyasî, sivîl, demokratîk, meşrû bi biryardarî berdewam bin.
Em doza miletekî û welatekî dikin ku ji hemû mafên xwe yên mirovî û netewî bêpar e. Ev têkoşîn mirovî ye, adîl e, demokratîk e û pîroz e. Yê ku vekirî, bê tirs, bê şerm, bi serbilindî derkevin û bibêjin em mafê vî welatî û vî miletî diparêzin em in. Yê bi hîle, bi derewa, bi hezar sextekarî, bi tirs û zordarî rûyê xwe yê kolonyalîst, ne mirovî vedişêrin ew in. Di halê normal de yê îllegal kar dikin divê ew bin, yê vekirî, bêyî ku şerm bikin, bêyî ku bitirsin kar bikin divê em bin.
Nîmet di berdewama axaftina xwe de bal kishand ser xebata neteweyî ya Kurdîstanê; Jibo em li hember plan û projeyên zeîfkirina xeta neteweyî ya Kurdistanî, çi bi riya asîmîlasyon û şerê vekirî ya dewletê û ya şolîkirinên PKK-HDPê li bakur derkevin û piştgirîya herî mezin a xwedîlêderketina destkeftiyên li başûr û rojava û piştgiriya birayê xwe yê Rojhilat bikin, li bakurê Kurdistanê partîyeke xurt, girse, neteweyî, demokratîk divê. Loma em bang li hemû kadroyên Kurdistanê, welatperweran dikin piştgirîya PAKê bikin, li PAKê xwedî derkevin. PAK bi vê siyaseta xwe ya yekîtî, hevkarîyê namzetê ve yekê ye.
Berpirsîyara PAK-Swêdê Seval Mert rapora xebatê pêşkêşî komcivînê kir. Li gor rapora xebata PAK-Swêd sala çûyî gelek çalakî hatine kirin û enerjiyeke mezin daye piştgiriya namzedên serbixwe yê hilbijartinên herêmî yên li Kurdistanê ku di 31ê Adara 2019an pêk hat. Him ji bo hilbijartinan û him jî ji ber hevkarîya nêzîk ya bi PSKê re gelek çalakiyên havpar hatin kirin. Ji bo girtina 4 partîyên ku bi navê xwe jî Kurdistanî ne, Partîya Sosyal Demokrat û Palme Center re civîn hatin çêkirin, partî, dezgeh û kesên eleqedar e beyana her du partîyan hate şandin. Piştgirên PAK-Swêdê girîngî dide hevkariya her çar partîyên Kurdistanê. HEVKARÎyê, Federasyona Komelên Kurdistanê û Yekîtiya Jinên Kurdistanê de dixebitin. Beşdarî şev û çalakîyên rêxistinên her çar perçeyên Kurdistanê bûye.
Piştî rapor hatin pesinandin, Komîteya nuh a PAK-Swêdê û nûnerên PAK-Swêdê yên ji bo komcivîna PAK-Ewrûpa hatin hilbijartin.
Rupela Nu Stockholm 2020/02/29
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin