Piştî 50 Salan Rûsya Amadekariyên Çûna Ser Heyvê Dike

Piştî 50 Salan Rûsya Amadekariyên Çûna Ser Heyvê Dike

.

A+A-

Rûsya ragihand ku piştî direng ketina çendîn salan ew plan dike ku di vê hefteyê de vegere şandina gemiya esmanî bi hêvîya bigihîje heyvê.

Ajansa Fezaya Rûsî Roscosmos dibêje wê biryar da ku gemiya esmanî ya Luna-25 serê sibeya roja Înê 11ê Tebaxê berde boşhaiya esman bi armanca piştî 50 salan car dî bişîne ser banê heyvê.

Bi mîsyona çûna ser banê heyvê, ji sala 1976ê dê cara yekem be, ku Moskow hewl dide ku bernameya xwe ya fezayê ya serdema Yekîtiya Sovyetê ji nû ve ava bike.

Ev dê pêngava Moskow ya yekmîn be bo projeya cardî çûna heyvê ya Serok Vladimir putin be, di wî çaxî de ku têkiliyên bihêz yên fezayê bi Çîn re çê dike, piştî ku têkiliyên Rûsya bi cîhana rojava re jiber dagîrkirina Ukrayna têkçûn.

Ajansa Roscosmos dibêje, endaziyaran roketa Soyuz li kozmodroma Vostochny ya li Rojhilata dûr ya Rûsyayê ji bo avêtina keştiyê berhev kirine.

Ajansê di daxuyaniyekê de got, "Luna-25 dema tê avêtin dê daketina nerm ya ser banê heyvê pêk bike, nimûneyên axê werbigire û şirove bike û lêkolînên zanistî yên demdirêj pêk bîne."

Tê çaverê kirin ku gemîya çar lingî ku senga wê 800 kîlogram in, dê qesta cemsera başûr ya heyvê bike, berovajî carên berê ku daketin piranî li nêzîk hêla Îstîwayî ya heyvê bû.

Ji hejî bîrxistinê ye dema ku sala borî Putin êrîşî Ukrayna kir Ajansa Fezaya Ewrupa (ESA) ragihand ku ewê alîkariya fezaya Rûsya nekin, ya hildana gemiya Luna-25, herwiha ewê bernamên Rûsya yên paşerojê yên 26 û 27 jî destek nekin.

Lê Moskow got ku ewê berhebkirina hinartina Luna-25 bidomîne û alavên ajansa Ewrupa bi çêkirina alavên Rûsî biguherîne û karê xwe temam bike.

Kremlin jî da zanîn ku li hember siza û ambargoya rojavayî ewê bernama xwe ya heyvê pêş bixin.

Çavkanî: Reuters/VOA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin