Piştî 6 salan; PDK îro vedigere Kerkûkê

Piştî 6 salan; PDK îro vedigere Kerkûkê

.

A+A-

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro bo cara yekem vedigere Kerkûkê û dest bi xebatên xwe yên siyasî dike.

Vegera PDKê bo Kerkûkê dê bi du gavan be. Di gava yekem de, îro bi biryara Serok Barzanî avahiya Encûmena Serkirdatiya PDKê radestî Zanîngeha Kerkûkê tê kirin. Piştre jî PDK dê baregeha Liqê Sêyem li Kerkûkê werbigire.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê li ber avahiya Encûmena Serkirdatiya PDKê li bajarê Kerkûkê ragihand, hemû kelûpelên avahiya encûmenê hatine derxistin, baregeh bi temamî hatiye valakirin û ti hêzên ewlehiyê lê nemane nînin.

Da zanîn jî, biryar e bi amadebûna Endamê Komîteya Navendî ya PDK’ê Şaxawan Ebdullah û Berpirsê Liqê Sêyem ê PDK’ê yê Kerkûkê Mihemed Kemal, avahiya Encûmena Serkirdayetiyê pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê bê kirin.

Peyamnêrê me got jî, Di gava duyem de jî, PDK dê avahiya Buroya Rêxistinê ya Kerkûk-Germyanê ku Kemal Kerkûkî serokatiya wê dike û niha li Hewlêrê xebatên xwe dimeşîne, veke. Lêbelê, dîroka vekirinê hîn nehatiye diyarkirin.

Baregeha Liqê Sêyem ê PDKê li Kerkûkê

Kadroyê Liqê Sêyem ê PDKê Xelîl Hesen ji K24ê re ragihand, “Li ser biryara Serok Barzanî, em bi fermî vedigerin Kerkûkê û baregeha xwe vedigerînin. Serok Barzanî di xema berjewendiyên xelkê Kerkûkê ye de. Kurd û xelkê Kerkûkê jî bi vegera PDKê gelek dilxweş in.”

Got jî: “Em ê hewl bidin ku rewşa Kerkûkê vegerînin, rewşa berî bûyerên 16ê Cotmehê. Ji bo ku hemû welatiyên Kerkûkê bêyî tirs û fikar werin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzedên xwe.”

Biryare roja 18.12.2023ê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê li Kerkûk û 14 parêzgehên din ên Iraqê bi beşdariya zêdetir ji 23 milyon dengderan birêve biçe.

Roja 1/11/2023 li Kerkûk û 14 parêzgehên Iraqê bangeşeya hilbijartinên encûmenên parêzgehan dest pê kir û li Kerkûkê 10 hevpeymanî, 5 partiyên siyasî û 3 namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan dibin. 16 namzed jî dê wek endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bên hilbijartin.

Bûyerên 2’ê Îlonê û şehîdbûna çar ciwanên Kurd

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, Encûmena Serkirdetiya PDKê li Kerkûkê ji aliyê Fermadariya Operasyonên Hevpar ên Kerkûkê ve hatibû dagirkirin. Tevî ku yek ji xalên karnameya kabîneya Sûdanî ew bû ku baregehên PDKê lê bên vegerandin û ew xal li Perlemantoya Îraqê jî hatibû pejirandin, lê ew mijar heta Tebaxa îsal wekî xwe mabû.

Roja 02.09.2023ê hejmarek ji alîgirên Heşdî Şeibî û Tirkmenên Kerkûkê li dijî vegera PKKê bo Kerkûkê, rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin.

Welatiyên Kurd jî li dijî girtina rê dest bi xwepêşandaneke aştiyane kirin, lê ji ber destêwerdana hêzên Iraqî, 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin şehîdkirin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûn.

Komîteya Navendî ya PDKê jî di civîna 26ê Cotmehê de, ji bo parastina ewlehî û aramiya Kerkûkê, biryar da baregaha Encûmena Serkirdetiya Kerkûkê ya PDKê pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê bike.

PDKê bi vê pêngava xwe tekez kir ku Kerkûk her dilê Kurdistanê ye û piştî 16ê Cotmehê jî her xebatê ji bo çareserkirina birîna dilê Kerkûkiyan dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin