Piştî kuştina Haniye û Nasrallah, Îran li xayînê nav xwe digere

Piştî kuştina Haniye û Nasrallah, Îran li xayînê nav xwe digere

.

A+A-

Piştî kuştina serokê Hamasê ya İsmail Haniye ku li Tehranê hat kuştin û li Lubnanê serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah bi serkirdeyên Hîzbûllahê re hatin kuştin, Îran guman dike ku di nav wan de kesekî an kesên xayîn hene ku agahiyan dide Îsraîlê.

Li ser mijarê, 10 rêvebirên artêşa Îranê yên li Bexda, Tehran û Beyrûdê wezîfe dikin, ji bo Middle East Eye agahî dane ku fermandarê hêza Qudsê İsmail Kaani bi tohmeta îxanetê li Tehranê di bin çav de ye.

Rêvebirên navborî gotine ku Kaani piştî kuştina fermandarê Hîzbûllahê Haşim Safiyuddîn ya ji aliyê Îsraîlê de ku li Beyrûdê li Dahiye hat kuştin, Îranê bangî wî kiriye da here Tehranê û li Tehranê bi fermana serokê ayînî yê Îranê Ali Hamaney ew xistine binçav.

Li gor MEEyê, Tehran di 4ê Cotmehê de gazî Kaani kiriye û ji aliyê heyeta ku agahiyan daye Hamaney de lêpirsîna wî têkirin. Berê hatibû gotin ku Kaani di êrîşa ser Nasrallah de hatiye kuştin.

Piştî kuştina Nasrallah ya di 27ê Êlûnê de, Kaani şandibûn bajarê Dahiye û bi Safiyuddîn re civîna meclisa şûrayê organize dike û Safiyuddîn dixwaze ku Kaani di civînê de amade be lê Kaani berya civîn destpêbike, naçe civînê û têkiliya xwe bi meclisê re dibire.

Li gor 10 rêvebirên navborî; dema Kaani diçe Tehranê, bi fermana Hamaney bi tohmeta îxanetê ew dixin binçav û dibin ciyekî nediyar.

Li gor ajansa Sky Newsê; di wexta lêpirsîna Kaani de, Kaani krîza dil derbas dike.

Kaani piştî kuştina Qasim Silêmanî, ketibû şûna wî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin