Piştî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis kê çi got?

Piştî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis kê çi got?

Di encama êrişeka artêşa Amerîkayê de, fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û çend mezinên Heşda Şeibî hatin kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Şeva borî Amerîka li hêzeka Heşda Şeibî li derdora firokexaneya Bexdayê da.

Li gorî agahîyan, di wê êrişê de fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê, Qasim Suleymanî û cîgirê fermandeyê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Mihendis û gelek fermande û çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Berdevkê Heşda Şeibî, Ehmed Esedî ji Reutersê re kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Mihendis piştrast kirîye.

Ji alîyekî din, tê gotin ku fermandeyê giştî yê Heşda Şeibî, Hadî Amirî û Qeys Xezelî jî ji alîyê hêzên Amerîkî ve hatine girtin.

Xaminêyî: Emê toleke dijwar hildin

Rêberê Îranê Elî Xaminêyî li ser kuştina Qasim Sulêymanî daxuyanîyek belav kir û dibêje: “Em dê tolhildaneke mezin bikin.”

Rêberê Îranê Elî Xaminêyî di daxuyanîya xwe ya têkildarî kuştina Qasim Sulêymanî de ragihandîye:  “Bi çûna wî karên wî û rêya wî ranaweste, lê tolhildaneke tund li benda wan tawanbaran e ku destê wan bi xwîna wî û şehîdên din ên şeva bihorî pîs bûye.”

Xaminêyî herwiha ji ber kuştina General Sulêymanî, 3 roj şîna giştî li seranserê Îranê ragihand.

Mike Pompeo: Iraqî jibo kuştina Qasim Sulêymanî semayê dikin

Di yekem berteka piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand: “Iraqî bi kuştina Qasim Sulêymanî kêfxweşin û derketine cadeyan û ji bo azadîyê semayê dikin.”

Mike Pompeo li ser twîttera xwe vîdeoyek jî belav kirîye ku têde tê xuyakirin, ku hejmarek kes li Bexdayê derketine cadeyan û aleke mezin a Iraqê bilind kirine.

Di vîdeoyê de kesek diaxive û dibêje: “Niha demjimêr 04:30 sibehî ye, xelk hatine derê û bi kuştina Qasim Sulêymanî kêfxweşin.”

Pompeo herwiha nivîsîye: “Iraqî, Iraqî, semayê dikin ji bo azadîyê, spasdarin ku êdî Qasim Sulêymanî nemaye.”

Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimanîya Îranê bilez dicive

Piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Sulêymanî, Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimanîya Îranê bi awayekê bilez civîneke awarte saz dike.

Berdevkê Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimanîya Îranê, Keywan Xusrewî ragihand, “di çend demjimêrên bihê de, ev civat civîneke awarte derbarê bûyera tirsnak a êrîşa li ser otomobîla Qasim Sulêymanî lidar dixe.”

Tê çaverêkirin, di civîna awarte ya Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimanîya Îranê de, awayê nîşandana berteka Îranê li hember kuştina Qasim Sulêymanî bê gotûbêjkirin.

Zerîf: Amerîka divê berpirsatîya hemû encamên pîlana xwe ya xirab qebûl bike

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf di berteka li hember kuştina Qasim Sulêymanî de ragihand, “Amerîka divê berpirsatîya hemû encamên pîlana xwe ya xirab qebûl bike.”

Mihemed Cewad Zerîd li ser twîttera xwe, kuştina Qasim Sulêymanî wek “pêngava terorîstî ya navdewletî ya Amerîkayê” bi nav kir û ragihand: “Pêngava terorîstî ya navdewletî ya Amerîkayê, bi armanckirin û terorkirina general Silêmanî, bibandortirîn hêza di şerê li dijî DAIŞ, Enîya Nusre, El Qaîde û hêzên wek wan, metirsîyekî gelek mezin e û geşedaneke ehmeqî ye.”

Zerîf wek gefekê tekez kir, “Amerîka divê hemû encamên pîlana xwe ya xirab qebûl bike.”

Lindsey Graham: Eger Îran berdewam be emê sektora wê ya petrolê wêran bikin

Senatorê amerîkî yê navdar ê Komarîyan, Lindsey Graham di twîttekê de ji ber kuştina Qasim Sulêymanî spasîya Serokê Amerîkayê dike û di heman demê gef li Îranê dixwe û dibêje: “Eger êrîşên Îranê berdewam be û ez kesek bim li parzûngehên petrolê yên Îranê kar bikim, her niha min dê hizir ji karekî din kiriba.”

Lindsey Graham herwiha dibêje: “Eger êrîşên Îranê bo ser Amerîkayê û hevpeymanên wê berdewam bin, divê berdelekî herî giran bidin, ku parzûngehên petrolê jî li xwe bigire.”

Graham gefê li Îranê dixwe û dibêje: “Eger hûn dixwazin di sektroa petrolê de bimînin, dest ji Amerîka û hevpeymanên wê berdin û dest ji wê yekê berdin ku hûn bibin mezintirîn piştevanê terorê li cîhanê.”

Pentagon: Bi fermana Trump, Qasim Sulêymanî hat kuştin

Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya pasdaran a Îranê piştrast kir û ragihand: “Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, artêşa Amerîkayê êrîşeke yekalîker encam da, jibo parastina amerîkîyên li derveyî welat, bi kuştina Fermandarê Supaya Quds Qasim Sulêymanî ku kesek e pêşti wek terorîst hatîye ragihandin.”

Pentagon herwiha dibêje, “Qasim Sulêymanî berpirs bûye di êrîşên ser binkeyên hevpeymanan li Iraqê di çend mehên bihorî de û di nava wan de êrîşa 27-12-2019. Herwiha Qasim Sulêymanî glopa kesek vêxistibû bo êrîşkirina ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê.”

Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê vê êrîşê wek rêgirtin ji êrîşên Îranê di demên bihê de bi nav dike û tekez dike: “Amerîka amade ye hemû rêyan jibo parastina xelk û berjewendîyên xwe di hemû cihekî cîhanê.”

Supaya Pasdaran piştrast kir: Qasim Sulêymanî hat kuştin

Supaya Pasdaran a Îranê bi fermî piştrast kir, ku Fermandarê Supaya Quds Qasil Sulêymanî di êrîşekê de li Bexdayê hatîye kuştin.

Li gor ajansa Fars News a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, General Qasim Sulêymanî îşev di êrîşa helîkopterên Amerîkayê de hatîye kuştin.

Supaya Pasdaran di daxuyanîya xwe ya kurt de dibêje: “Generalê serbilindê îslamê hecî Qasim Sulêymanî piştî temeneke dûr û dirêj ji cîhadê, îro sibehê di êrîşeke helîkopterên Amerîkayê de şehîd bû.”

Di daxuyanîya xwe de Supaya Pasdaran behsa ti hûrgilîyan nekirîye.

Donald Trump ala Amerîkayê li twîttera xwe belav kir

Di yekem berteka piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis de, Serokê Amerîkayê Donald Trump li twîttera xwe ala Amerîkayê belav kirîye.

Heşda Şeibî: Pênc endamê Heşda Şeibî û du mêvan hatin kuştin

Berpirsên Amerîkî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihandine, du êrîş bo ser du armancên dîyarkirî hatine pêkanîn û di encamê de herdu armanc hatine hedefgirtin, lê belê zanyarîyên bêtir nedane.

Berdevkê Heşda Şeibî, Ehmed Esedî ji Reutersê re ragihandîye, ku Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis sibehîya îro Înê di êrîşeke esmanî de hatine kuştin.

Berdevkê Heşda Şeibî, herwiha Amerîka û Îsraîlê wek berpirsyarê kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis bi nav dike.

Kanala Al Iraqîya: Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis hatin kuştin

Medyaya femrî ya Iraqê, kanala Al Iraqîya îşev di nûçeyeke bilez de ragihand, di bombebaranekê de li nêzîk Balafirxaneya Navdewletîya Bexdayê, Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis hatin kuştin.

Herwiha ajansa nûçeyan a Tasnim k user bi Supaya Pasdaran a Îranê ve ye, nûçeya kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis belav kirîye û nivîsîye: “Li nêzîkî Balafirxaneya Bexdayê êrîşî karwaneke Heşda Şeibî hatîye kirin û têde Qasim Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendis û Mihemedreza Cabirî hatine kuştin.”

Hin wêne û dîmenên vîdeoyî yên piştî êrîşê jî li ser sosyal medyayê û herwiha ji alîyên hin kanalên televîzyonî yên Erebî hatine belavkirin. Di wêneyekê de destek tê dîtin, ku gustîleke wek ya Qasim Sulêymanî di tilîyekê de tê dîtin.

Rûdaw, Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin