Piştî rêkevtina PYD û ENKSê Tirkîyê av li ser Rojavayê Kurdistanê girt
Piştî rêkeftina PYD û ENKS ya di warê sîyasî de, Artêşa Tirkîyê cardin ava westgeha Elok a ser bi bajarê Serê kanîyê ve qut kir.
Navenda Nûçeyan - Piştî rêkeftina PYD û ENKS ya di warê sîyasî de, Artêşa Tirkîyê cardin ava westgeha Elok a ser bi bajarê Serê kanîyê ve qut kir. Duh Tora Medyayî ya Rûdawê ji çend çavkanîyên taybet ve zanyarî bi dest xistin û ragihand, ku ENKS û PYD piştî çend civîn û hevdîtinan, di warê siaysî de li hev kirine.
Rêveberîya Avê ya bajarê Hesekê ragihand ku artêşa Tirkîyê, careke din ava stasyona Elok a ku li bajarê Serê Kanîyê û di bin kontrola hêzên Tirkîyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye, qut kirîye û ew 10 roj in karkerên vê stasyonê nikarin biçin ser karê xwe.
Piştî êrîşa 9 Cotmehê ya artêşa Tirkîyê û çekdarên ser bi wî welatî ve bo ser Rojavayê Kurditanê, ew bû cara şeşan ku av li ser xelkê Hesekê û bajaok û gunderên derdorê qut dikin.
Cara yekem di 29 Cotmeha 2019 de, cara duyem di 24 Sibata.2020 de, cara sêyem di 21 Adara 2020 de, cara çarem di 29 Adara 2020 de, cara pêncem di 2 Nîsana 2020 de û cara herî dawî û şeşem ji duh 7 Gulana 2020 ve, hêzên Tirkîyê û komên çekdar ava stasyona Elok ji ser Hesekê û bajarokên derdora vê qurt kirin.
Berîya demekê û piştî navbeynkarîya Rûsyayê cihê şikestî yê xeta avê ji alîyê Şaredarîya Bajarê Hesekê ve hatibû çêkirin û ava westgehê ji bo xelkê hatibû berdan, lê piştre Tirkîyê dîsa av qut kir.
Qutkirina vê carê ya ava stasyona Elok li ser Hesekê û bajarok û gundên Rojavayê Kurdistanê, piştî wê yekê tê, ku hat ragihandin, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) û Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) piştî çend civîn û hevdîtinan, di warê siaysî de li hev kirine û di warên serbazî û îdarî de jî gotûbêjên wan berdewam dibin.
Wêstgeha avê ya Ellok li rojhilatê bajarê Serê Kanîyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, û çavkanîya sereke ya ava vexwarinê bo akincîyên bajarê Hesekê, bajarokê Til Temir û kampên Hol, Erîşe û Waşokanî li parêzgeha Hesekê ye.
Piştî kontrolkirina Serê Kanîyê ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozisyonê ve, gelek caran Wêstgeha Ellok jikar xistine û av ji ser xelkê deverê qutkirine ku çend caran 10 , 20 , û heta 35 rojan xelk bê av mane.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin