Piştî YEyê Amerîkayê jî dorpêş danî ser rejîma Esed
Piştî Yêkîtiya Ewropayê, Meclîsa Nûneran a Amerîkayê jî projeyasaya dorpêçên nû li ser kes û derdorên bi hikûmeta Sûriyê re kar dikin, bi yekdengî pejirand.
A+A-
Li gor yasaya bi navê "Yasa Parastina Ceasar a Sivîl li Sûriyê – 2019an" rêveberiya Donald Trump dorpêçan bi ser kesên ligel saziya ewlekariya Sûriyê û banka navendî ya Sûriyê kar dikin disepîne.
Dorpêçên li ser rêveberiya Sûriyê bêhtir, projeyên înşaatan, projeyên otorê, enerjî û rêhewayê vedihewînin.
Herwiha li gor projeyasayê dê Trump li gor rewşê û pêşveçûna hevdîtinên aştiyê dorpêçan bixe meriyetê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekîtiya Ewropayê jî çend roj berî niha, li ser 11 kompaniyên girêdana wan bi Esed re heye, dorpêç ragihandibûn û ew xistibûn lîsteya dorpêçan.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin