Piştîwan Sadiq: Navçeya me di nava tunelekê de ye ku dawiya wê ne diyar e

Piştîwan Sadiq: Navçeya me di nava tunelekê de ye ku dawiya wê ne diyar e

.

A+A-

Endamê Polîtburoya PDKê Piştîwan Sadiq di hevpeyvînekê ligel K24ê de ragihand, “Gotara Serok Barzanî ya li Korbenda MEPSê, gelek nêrînan di xwe de dihewîne, ya herî girîng jî ew bû ku got: Werin em bi hev re rûnin û pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.”

Piştîwan Sadiq tekez jî kir jî, “Herêma Kurdistanê hertim alîgirê çareseriya aştiyane ya kêşeyan e, ji ber ku wek Serok Barzanî gotiye, pirsgirêk bi şer û pevçûnan çareser nabin.”

Herwiha got: “Em weke Kurdistanê, ti carî weke dijmin li Iraqê nanêrin, lê belê bi çavê hevpar, niha û paşerojê lê dinêrin. Pirsgirêkên ku di navbera me de hene dikarin bên çareserkirin.”

Endamê Polîtburoya PDKê aşkere kir, pêşketineke baş di navbera her du hikûmetan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye.

Tekez kir jî: “Em hemû Iraqekê dixwazin ku hemû ol û komên neteweyî li gorî perensîpên mafên çarenivîsê, hest bi hevpariyê û hebûna xwe di paşerojê de bikin.”

Endamê Polîtburoya PDKê derbarê rewşa navçeyê de got jî: “Navçeya me di nava tunelekê de ye ku dawiya wê ne diyar e. Bextê me, em li herêmeke Rojhilata Navîn in ku her tim di nav nakokiyan de ye. Rojhilata Navîn dergûşa şaristaniyê bû. Divê em dua û niza bikin ku şerê li herêmê raweste.”

Piştîwan Sadiq got jî: “Serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê hewl dide Kurdistanê nekeve nava şer û aloziyan, ji ber ku rewşa me û gelê me naxwaze wiha bibe.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin