Pitir ji 20 saziyên jinên Îranê, li derheq salvegera şorişa Jîna yê de daxuyaniyek belav kirin

Pitir ji 20 saziyên jinên Îranê, li derheq salvegera şorişa Jîna yê de daxuyaniyek belav kirin

.

A+A-

Li devedevê duyemîn salvegera şorişa Jin, Jiyan, Azadiyê de, pitir ji 20 rêkxistin û saziyên serbixwe yên jinên Îranê, bi belavkirina daxuyaniyekî hevpar, ragihandin ku xebat û berxwedan çoye nava qonaxekî nû û bi hemî avayên xwe dê berdewam be.

Wan jina li daxuyaniya xwe de tekezî kirin ku ev zilm û zora ku li heyamê 4 dehikan de pangurî bû bi şorişa Jin, Jiyan, Azadiyê peqiya û herikî û êdî taze bi tu avayekê mat nabe, belku dê gelek rijd berdewam be heya serkevtinê.

Di daxuyaniya han de hatiye: xebata nû bi dijî zilm û êdam û îşkencê, bi dijî hicaba bi zorê û sitema qatî û ne gotinên li hemî varekê de bi rêjîmê û xebata ji bona geheştina bi jiyanekî baştir a xelkê Îranê, reng û rûyekî dinê daye welat û êdî ji hêza rêjîmê bidere ku bikare wan hemî dengên azadîxwaziyê û mafxwaziyê mat bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin