PKKê berpirsiya teqandina boriya petrolê li xwe girt
.
Medyaya PKK ragihand ku Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ku bi ser PKKê ve ye, bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kiriye ku boriya petrolê ya li navçeya Pazarcik a Mereşê bi teknîkeke taybet hatiye teqandin.
Di daxuyaniya ku berpirsiya teqîna xeta boriya petrolê hatiye ragihandin de tê gotn:
“Milîs û gerîlayên HBDH'ê her kêliyê û li her cihî hêza xwe ya çalakiyê birêxistin dike. Çalakiya me ya li Mereşê ji bo hilanîna tola gelên me yên bindest, çîna karker, kedkar, berxwedêrên li zindanan û tolhildana bi dehan şoreşgerên ji aliyê faşîstan ve hatin qetilkirin, pêk hatiye. Haya gerîlayên HBDH'ê ji her kiryarên faşîzma AKP-MHP'ê û hevkarên wê heye. Wê hesabê komkujiyên ku wan kirine bipirse û planên wan ên komkujiyan têk bibe. Ti hesab wê bêbersiv nemîne. Ji niha û pê ve bila bê zanîn; kî zilmê li gel bike, li şoreşgeran bixe, hewl bidin rûmeta kedkaran binpê bikin û yên piştgiriyê didin faşîzmê, wê gerîla û milîsên HBDH'ê li hemberî xwe bibînin.”
Boriya neftê ya Herêma Kurdistanê ku petrola Kurdistanê digehîne bendera Ceyhanê doh 18.01.2022 li taxa Narli ya navçeya Pazarcik a parêzgeha Mereşê hatibû teqandin. Îro 19ê Çile jî piştî çakkirina xeta boriyê veguhestina neftê ji nû ve hatibû destpêkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin