Platforma Ciwanên Serbixwe girtina endamên xwe şermezar kir

Platforma Ciwanên Serbixwe girtina endamên xwe şermezar kir

.

A+A-

Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS), li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê girtina 2 endamên platformê ji aliyê Tirkiyeyê ve şermezar kirin.

Berpirsên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Amedê beşdarî çalakîya Platforma Ciwanên Serbixwe bû.

Li Amedê roja 9ê Tîrmehê demjimêrên sibehê polîsan bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên endamê wê tevgerê de girtin û 4 kes desteser kirin.

Polîsan di çarçoveye biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û endamên wê tevgerê de girtibûn.

Hêzên ewlehiyê 4 kes piştî ku hatibûn desteserkirin veguhestibûn Mêrsînê.

Dadgeha Mêrsînê roja 11ê Tîrmehê derbarê Serokê PCSyê Ferîd Azad û Behçet Çiftçi de bi hinceta “endamtiya PKKyê” biryara girtinê da û Mehmet Yucel û Ahmet Tepebaşi jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.

Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe îro li Amedê civiyan û girtina her du endamên xwe bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Endamê PCSyê Faîq Pêxwas ragihand, wekî platform tê pêwendiya wan bi rêxistinekê re nîne û çalakiyên Kurdî û sivîl in.

Pêxwas got ku tohmetên dewletê red dikin û ji rêbaza xwe paş de gav navêjin.

Berpirsên PWKyê jî beşdar bûn

Li aliyê din ji bo piştgiriyê gelek berpirsên PWKyê amade bûn.

Şandeya PWKyê ji Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê M. Can Azbay, endamên Komîteya Rrêvebir a Navendî Yusuf Aydin û Mîrza Akar, Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran, endamên Meclîsa Partiyê Osman Kiran, Musa Ekîngen, Mehmet Dortyaman pêk hat.

Daxuyaniya fireh a PSCyê li jê e:

BI NAVÊ XWEDAYÊ KURDISTANÊ 

Em di destpêkê da silavên xwe yên germ dişînin bo miletê xwe yê dilsoz, wefadar û welatparêz.

Wekî ku raya giştî jî dizane û dişopîne hêzên dewleta serwer, roja 09/07/2024an di saet 05:00ê sibehê da avêtin ser malên endam û dildarên me û navenda Platforma Ciwanên Serbixwe. Di encamê da 4 hevalên me hatine desteserkirin û mehkemekirin. Doz li dadgeha bajarê Mêrsînê li ser "Koma Xwendinê - Mêrsîn" hatibû vekirin û pêda çûbûn! Em wisa bawer dikin ku bi taybetî ev bajar hatîye hilbijartin ji bo dûrxistina hevalên me ji Amedê. Dosyaya dozê ji ber ku veşartî bû ne hevalên me ne parêzer ne jî me dizanibû ku hevalên me ji ber çi têne tawanbarkirin. Û tişta ku hevalên me pê dihatin tawanbarkirin jî em ji pirsên wan ên ku di dadgehê da hatine pirsîn hîn bûn ku bi "Endamtîya PKK/ KCKyê" têne tawanbarkirin. 

Di encama mehkemeya 11/07/2024an da hevalên me Mihemed Yucel û Ehmed Tepebaşi bi şertê kontrola edlî hatine berdan û hevalên me Ferîd Azad û Behçet Çiftçi jî hatin girtin û niha jî di girtîgeha Tarsûsê da ne! 

Di vê pêvajoyê da dîyar bû ku ev operasyon yekser li ser Platforma Ciwanên Serbixwe hatîye kirin. Em wek Platforma Ciwanên Serbixwe van neheqî û tawanbarkirinên ku li me têne kirin bi tu awayî qebûl nakin û bi tundî red dikin! 

Wekî ku me gelek caran li ber çapemenîyê jî diyar kirîye, tu têkilîyeke me ya organîk bi tu rêkxistinek û partîyekê ra tine ye û ev yek ji alîyê raya giştî ve jî baş tê zanîn! 

Wek Platforma Ciwanên Serbixwe metoda ku me daye ber xwe "Berxwedana Pasîv"e. Li ser vê bingehê em şiddet û tundîyê tu car wek metoda têkoşanê qebûl nakin û ji bo mafên xwe yên neteweyî di çarçoveya mafên mirovî û hiqûqa însanî da têdikoşin.  

Her wiha li dor vê metodê me çalakî kirine û hemû çalakîyên me jî dê li dor vê metodê bêne kirin. Di encama van xebatên xwe da em tu tiştekê jî ji Dewleta Serwer daxwaz nakin! Em heqên xwe yên neteweyî û însanî yekser pratîze dikin! Wekî nimûne çalakîya me ya "Sonda Jîyana Bi Kurdî". Me di warê zimanî da jî tu tiştek ji Dewleta Serwer daxwaz nekirîye. Bi vê sondê me yekser zimanê xwe kirîye hemû qadên jîyanê! 

Ev çalakî  ji rêzeçalakîyên me tenê cureyek bû. Yanî em platformek zimanî jî nîn in û dê her çalakîyeka me jî dîsa bi heman metodê were kirin! Ger desteserkirina hevalên me ji bo tirsandin û tepisandina Platforma Ciwanên Serbixwe be divê baş bê zanîn ku Platfotma Ciwanên Serbixwe fikrîyateke îradî û pratîkeke eşkere ye! 

Digel vê eşkerebûn û pratîkê em tohmetên li ser Platforma Ciwanên Serbixwe red dikin û li wê hêvîyê ne ku hevalên me jî demildest werine berdan! 

Em di dawîyê da spasîya xwe pêşkeşê miletê xwe û temamê kesên ku alîkar bûne dikin ji bo piştgirîya wan a pîroz. Bi taybetî jî em spasîya keç û xortên xwe yên welatparêz û neteweperwer û tevahîya beşdaran dikin. Hun her hebin. Gelek spas!

PLATFORMA CIWANÊN SERBIXWE 

14/07/2024

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin