Polîsê ku Recep Hantaş kuştiye beraet kiriye
.
Polîsê ku li Sumer Parka Amedê bûye sedema mirina Recep Hantaşê 20 salî, beraet kiriye.
Li Parka Sumerê ya navçeyaYenîşehîra Amedê di 14ê Nîsana 2019an de polîs gule li Recep Hantaş ê ku berhevkarê kaxizane reşandibû û bûbû sedema mirina wî. Di doza kuştina Hantaşî de polîsê ku bûye sedema mirina wî beraet kiriye.
Polîsê bi navê K. B. yê ku Hantaş kuştibû ji sûcê “kuştina bi qestî” heta 25 salan doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye.
Parêzerên malbata Hantaş, Mehmet Oner, Ercan Yilmaz û Yakup Guven û parêzerê bersûc Mustafa Demîr di danişînê de amade bûne. Polîsê bersûc K.B. nehatiye danişînê.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê dozger mutalaya xwe ya danişîna berê dubare kiriye û xwestiye bersûc were cezakirin.
Parêzer Mehmet Oner jî anîye ziman ku di navbera rapora Buroya Kirîmanal a Neteweyî û Saziya Tiba Edlî û keşfê de nakokî hene û xwestiye ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê raporek nû bê amadekirin û daxwaza firehkirina lêkolînê kiriye.
Dadgehê diyar kiriye ku di navbera raporan de nakokî nîne û dê hukmê esasê li ber çavan bigirin û daxwaza raporek ji nû ve red kiriye.
Parêzerên malata Hantaş bal kişandine ser nehiqûqiya di dosyeyê de tê kirin û xwestine bersûc were cezakirin û girtin.
Heyeta Dadgehê bi sedema delîlên ku polîs K. B.yî pê tê tawanbarkirin ji her cûre gumanê dûre biryara beraeta wî daye.
Çi bûbû
Polîsan li Amedê 14ê Nîsanê saet di 04.00ê destê sibehê de gule bera serê xortê bi navê Recep Hantaşî daye û ew kuştiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hantaş bi hevalekî xwe re li Sumerparkê rûniştî bûye û di vê demê de polîsan gule bera wî dane û ew kuştiye.
Hantaş di wê kêliyê de miribû û xortê li ba wî hatibû desteserkirin ku şahidî ji bûyerê re kiriye.
Cenazeyê Hantaşî rakiribûn morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û di saetên nîvro de di bin dorpêça polîsan de li Goristana Yenîkoyê hatibû binaxkirin.
Efe Hantaş, birayê Recep Hantaşî gotibû “polîsan ji me re got, me birayê te bi şaşî kuştiye”.
Walîtiya Amedê îdia kiribû ku Hantaş “hatiye hişyarkirin” lê nesekiniye û li ser vê gule bera wî dane.
Bîanet
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin