Polîsên Yewnanistanê êrîşî penaberan kirîye

Polîsên Yewnanistanê êrîşî penaberan kirîye

Piştî ku Tirkîyeyê derîyên xwe ji bo çûna penaberan vekirîye û penaberên ku çûne ser sînorî, hêzên ewlekarîyê yên Yewnanistanê bi ava şid, bombeyên gazê û yên dengî êrîşî wan kirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Piştî ku Tirkîyeyê derîyê xwe yê sînor vekirîye, çûna penabaran a ji bo Ewropayê didome.

Hêzên ewlekarîyê yên Yewnanistanê bi têlên bijilêt barikat li pêş derîye sînorê Kastanîesê danîne û gelek polês kom kirine.

Bi fîşekên plastîk êrîş kirine

Hêzên ewlekarîyê yên Yewnanistanê, dema ku dîtine komek penaber ji derîyê sînor yê Pazarkuleyê derbas dibin, bi bombeyê gazê û fîşekên plastîk midaxale kirine. Di gel vê yekê hin penaber sînorên ku barikat lê hatîye danîn derbas kirine.

Midaxale bi dirêjîya rojê berdewam kirîye

Hêzên ewlekarîyê yê Yewnanistanê, di derengîya şevê de jî bi bombeyên gazê êriş kirine. Di nava penaberan de gelek pitik jî hene û ketine ber êrişa gazê. Ambûlansên ku li herêmê ne midaxaleya alikarîyê kirine.

Soylûyî hijmarekê nû dayî ye

Wezîrê Kar û Barê Navxwe Soylûyî gotîye, hijmara wan penaberên ku ji Tirkîyeyê derketine gihîştîye 100 hezar û 577 kesan.

Wezîr Soylûyî, di hesabê xwe yê Twîtterê de eşkere kirîye û gotîye, "heta saet 19.40an 100.577 kes li ser bajarê Edîrneyê ji welat derketine."

Bianet

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin