Polîsên Yewnanistanê nivîskar Şîmşek tazî kirine û îşkence lê kirine

Polîsên Yewnanistanê nivîskar Şîmşek tazî kirine û îşkence lê kirine

.

A+A-

Nivîskar Meral Şîmşekê diyar kir ku dema ew di 29ê Hezîranê de ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bûye, polîsên Yewnanistanê ew û jineke kurd a Rojavayî desteser kirine û ew tazî kirine.

Nivîskar Meral Şîmşekê diyar kir ku dema ew di 29ê Hezîranê de ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bûye, polîsên Yewnanistanê ew û jineke kurd a Rojavayî desteser kirine û ew tazî kirine.

Şîmşekê ji polîsên Yewnanistanê re gotiye ku bi tohmeta “propaganda kiriye” û “endama rêxistinê ye” li Tirkiyeyê doz li wê hatine vekirin, ew endama PENê ye lê bi saetan derb lê dane û tacîz him li wê him jî li jina bi navê Dîcleyê kirine.

Polîsan dest danîne ser komputer, telefon û pereyên wan ên zêde, her weha piştî 24 saetan her du jin avêtiya nav Çemê Merîçê.

Piştî ji avê derketine, li Ipsalayê bi sedema ku “qedexeya derketina derveyî welêt” binpê kiriye, ew hatiye girtin. Şîmşek piştî 8 rojan tehliye bûye.

Şîmşekê diyar kir ku helbestên wê yên bi kurdî di antolojiya helbestan a 2021ê ya Yewnanistanê de hatine weşandin û wiha axivî: “Dema li hesabê wan tê, helbestên min diweşînin, lê dikarin min bişînin wî welatê ku ez ji ber fikr û ramanên xwe lê hatim dadgehkirin û hatim girtin. Û piştî derblêdana bi saetan, desteserkirinê, cil û bergên me ji me kirin, li ser me geriyan û em tacîz kirin.

“Em bi saetan di nava çiravê de man”

Şîmşeka ku rapora derblêdanê jî wergirtiye ji bianetê de wiha behsa bûyerê kir:

“29ê mehê saet li derdora 20.00ê min Merîç derbas kir û ez çûm rex. Bi qasî saet û nivê ez meşiyam. Di rê de ez rastî jina bi navê Dîcle hatim. Niha li Tirkiyeyê ew jî birine kampeke penaberan.

“Em bi rê ketin, me Merîç derbas kir. Piştî em derbas bûn, em saet û nîvê meşiyan. Polîsên sînorî yên yewnanan ketin pey şopa me. Em 17 caran ji polîsên yewnanan filîtîn.

“Paşê em ketin nav daristanekê û li wir ketin nav çiravê. Bi saetan ez û Dîcle em li nav wê çiravê sekinîn.

“Em ketine nava çol û çolistanekê. Saet nêzîkî 4ê sibê parêzeran ji me re navnîşana cihekî şandin. Gotin, ‘hûnê biçin Ferezê’. Em ji rûvî û berazan direviyan. Me di wê demê de leşkerên deportkirinê dîtin, em ji wan direvin. Ji me re gotin, ‘nekevin destê wan, wê we rasterast dersînor bikin’.

“Heta li malzarokên me nêrîn”

“Saet ji heşta re deh deqîqe hebû, em derketin ser rêya mezin. Wê gavê wesayieke polîsên yewnanî hat. Kêfa me hat. Lewre ji me re gotibûn heke leşkerên dersînorkirinê werin ‘wê îşkenceyê li we bikin’. Dema polîs hatin ji bo bibin alîkar min behsa rewşa xwe kir.

“Min got ez endama Kurd Penê me, li Tirkiyeyê doz li ser min hene. Em 15 saetan meiyan e, birçî ne. Me qet av venexwariye. Rewşa me gelekî xirab bû. Wan nasnameyên me ji me stendin, agahî dan derekê.

“Parêzer hewl didin xwe bigihînin ne. Di wê esnayê de wesayiteke din a polîsan hat. Ji nişkê ve gelek polîs li wir kom bûn û li wir em şilfî tazî kirin û li ser me geriyan.

“Heta li malzarokên me nêrîn. Li wê ortê em acîz kirin. Di wê esnayê de hey telefonê me dikin, parêzer telefonî me dikin. Telefonên me li bal wan in. Ez dibêm piştî ev dîtin bang wesayiteke mezin kirin, bê plake bû. Em xistin nava wesayitê.

“Min got qey wê me bikujin”

“Bêhna xwînê ji wesayitê dihat, şûna xwînê li her derê hebû. Xuya ye ku gelek mirov wiha birine û anîne. Mîz û pîsiya mirovan li her deverê bû. Bi min wiha dihat ku wê me bibin navenda deportê, parêzer wê werin me bibin.

“Em di nava erdekî kelûkortî de diçûn. Du ajokar guherîn. Bi min wisa hat ku wê me bikujin. Herî hindik em saet û nîvê bi rê ve çûn. Li cihekî sekinîn.

“Li wir yek bi tirkî axivî. Em daxistin û min dît ku va ye em li ber avê ne. Li derdora me wezîfedarên ser çavê wan rûpoşkirî û yên rûvekirî hebûn. Bi min wisa hat ku wê me bikujin û bavêjin avê. Min bi tirkî behsa rewşa xwe kir. Min xwe avêt wan û got ‘ev a ku hûn dikin binpêkirina mafan e, van tiştan nekin’. Min got, ‘Wê li Tirkiyeyê dozê li we vekin’.

“Min ew tişt got, hema bi quntaxan li min dan. Gelekî lêdaneke pîs li min kirin. Dîcle avêtin nav belemê. Du kesên reşik di nava belemê de hebûn, wan ew dajot. Bi tirs li me dinêrîn.

“Çenteyên me yên milan nedane me lê yên piştê avêtin nava botê. Paşê jî ez avêtim nava botê. Min li ber xwe da li wir û min jî avêtin nava avê. Min leşkerên Tirkiyeyê yên li hember didîtin.

“Dîce bi belemê birin. Min jî hewl da ez bi melevaniyê derbas bibim. Di wê esnayê de Dîcleyê ez ber bi peravê ve kişandim. Ez wisa derketim peravê. Me xwe radestî leşkeran kir.

“Dîcle bi tirkî nizane. Min behsa rewşa wê kir. Me birin Qereqola Sînorî ya Ipsalayê. Ji wir jî ji ber ku min qedexeya derketina derveyî welêt binpê kiribû, min girtin û xistin Girtîgeha Edîrneyê.

“Mafên me hatin binpêkirin”

“Ez pê hesiyam ku Dîcle birine kampa penaberan. Di vê navberê de dema min birin Girtîgeha Edîrneyê li wir min tazî kirin û li ser min geriyan.

“Rewşa girtîgehê kambax e. Girtîgeheke 200 salî ye û şertên wê gelekî xirab e. Min xistin cem jinên ji ber ‘FETO’yê girtî ne.

“Ew ti carî naxwazin navên wan werin aşkerekirin. Lê hema hema hemû jî gelek caran şilfî tazî kirine û li ser wan geriyane. Zarokeke 15 salî ya jinekê destên wê li pişt wê kelemçe kirine. Dema yeke din tazî kirine, zaroka wê li bal wê bûye.

“Piştî 8 roj an ez li vê girtîgehê mam, bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) ez beşdarî dadgeha li Malatyayê bûm. Dadgehê bi şertê ku ez di hefteyê de sê rojan îmzeyê bavêjim, min azad kir.”

Keskîn: Em ê serî li Dadgeha Cezayan a Navnetewî bidin

Parêzer Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Mafên Mirovan got ku Yewnanistanê sûcekî gelekî mezin ê li dijî mirovatiyê yê navnetewî kiriye û ew ê serî li Dadgeha Cezayan a Navnetewî û Neteweyên Yekgirtî bidin.

 

Evrim Kepenek / Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin