Polîtburaya YNKê pîrozbahiyê li Serokkomarê nû yê İraqê Dr. Letîf Reşîd dike
.
Birayê hêja Serokkomarê nû yê İraqê Dr. Latîf Reşîd
Bi navê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û hemû têkoşerên YNKê, bi bûneya hilbijartina we di proseyekî demokratî û şefaf de wek Serokkomarê Îraqê, bi germî pîrozbahiyê li we dikin.
Em dilniya ne ku hûn wek têkoşerekî dêrîn yê refên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û dostê dêrîn yê Serok Mam Celal û wekî dewletmedarekî jêhatî; hûnê hemû enerjî û karînên xwe ji bo xizmetkirina welatê me û parastina daxwaz û mafên gelê me li ser hemû maf û heqên destûrî bixin ger.
Careke din li we pîroz be.
Politburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin