Politika Ankarayê ya Qirkirinê li ser Zimanê Kurdî -1
Sıddık BOZARSLAN
Jibo hukumranîya Îttîhatîyan, zimên û perwerde giring bûne!
Dîroka mirovanîyê nîşanê me dide ku li seranserê cîhanê di wextên cuda da û li ser erdnîgarîya (coxrafya) cuda, karanîna zimên jibo hemî rêvebiran giring bûye û ev giringî bi hezar salan, bi deh hezar salan e ku tê domandin. Loma Martin Luther; “Dibistanên baş darek e ku jibo hewildanên jîyanê yên baş, gul vedike, dema ew darana birizin (pûç bibin), rizandin di dîn da û di hemî şaxên sen´etê da jî tên meydanê.” gotîye û neheq jî nebûye.
Divê ez li vir bidim xuyakirin ku jibo kadroyên Îttîhat- Terakkiyan ku di dawîya hukmê osmanî da hatine ser text, wan ji hin faktoran ilham girtine û li gora wê ilhamê giringîyê dane pêvajoya civatî ya siyasi jibo perwerdeya dibistanan. Tê zanîn ku piştî Serfirazîya Sedan ya 1870yî jibo Almanyayê, Bismarkê navdar ; ”Yên ku serfiraz bûne, mamostayên alman ên dibistanan in” gotîye. Ev tespît jibo Jon Tirkên Nû, bûye çavkanîya ilhamê. Di alîyê dî da jî mamostayên gelên Balkanê, giringî nedane zimanê osmanî û ketine nav hewildanên civatî jibo serxwebûna welatên xwe û bi ser ketine. Ev jî bûye semedekê giring ku Tirkên Turancî, careka dî li ser politika perwerdekirinê bi hûrgilî bifikirin û li gora wê bikevin nav hewildanê. Loma wan di dema osmanîyan da dest bi hewildanên xwe kirine.
”Di osmaniyan da rêxistina ewil jibo navenda perwerdeyê, di 1846an da bi navê ”Meclis-i Maarif-i Umumiye” hatîye avakirin. Piştî 1908an, bernameya (programa) dersê hatine guhartin, xebat hatîye kirin da ku neslê girêdayê meşrutiyetê were afirandin. Di wan deman da di Kovara İnkilabê da nivîsarek derçûye ku di wê da hin hevok (cumle) bala mirov dikişînin ser xwe. ”… Divê em ji zarûkên xwe ra qîmeta meşrutiyetê û azadîyê (hurriyetê) bidin têgîhîştin da ku baş werin perwerdekirin. Divê em terbîyeyêke civatî (içtimayî) bidin wan ku bi saya wê terbîyeya civatî her ferdek (kesek) qedrê heq û azadîya xwe bizanibe. Yek jî divê ew qedrê wekhevîya civatî bizanibin
”Divê mirov binê nuqteyek çixêz bike ku hewildanên herî giring û ewilîn ên Hukumeta Komarî ya Tirk, di qada perwerdeyê da hatîye kirin. Di 1920î da Wezareta Perwerde ya Neteweyî hatîye çêkirin. Di 1924an da Qanûna Tevhid-i Tedrîsatê hatîye derxistin û nêzîkî 500 medrese hatine girtin (rawestandin). Li dibistanan (mekteban) perwerdeya dînî hatîye rakirin. Di 1928an da Alfabeya Latini hatîye qebûlkirin. Bernameyên dersê di 1924an da hatine guhartin. Kitêbên dersê, li gora ideolojiya komarê were ecibandin, ji nû ve hatine nivîsîn. Piştî guhartina nivîsînê (alfabe) di zimên da hewildanên tirkbûyînê despêkirîye. Di 1933an da ´Cemiyeta Tetkikê ya Zimanê Tirkî´ hatîye avakirin.
Hê di despêka avakirina komarê da yanî ji 1923yan virve qedexeyeke gelek bi tund xistine jîyana gelê kurd. Wek mîsalek, gundîyekî kurd rojek hatîye bajarê Dîyarbekrê. Li Derê Mêrdînê rastê qolçîyan hatîye ku wan li xelkê cezayê axiftina kurdî sitandine. Cezayê jibo her gotinek (li gora hinan jibo hevokek, lê wek em li jêr ji devê Walîyê Erzincanê yê wê demê dibînin; 5 quruş ceza jibo gotinek bûye) kurdî 5 quruş bûye ku ev cezayeke gelek pir bûye. Ji ber ku wê demê bûhayê mîyek jî 50 quruş bûye. Wê demê %96- 97ê nufûsa kurdan jî nexwenda bûne û qet tirkî nizanibûne. Qolçîyek ferq dike ku ew gundî bi kerê xwe ra kurdî diaxife. Qolçî ji wî gundîyê reben dawa cezayê peredayînê dike. Gundî ji cêba şalwarê xwe pereyên ku hebûne, hemîyan dide qolçî. Dema qolçî dibêje ew pere pir e; gundî lê dizivirîne û jê ra weha dibêje:
”Ez dizanim perên ku min da te, zêde ne, lê xem nake, ji ber ku heta êvarê ez li bajêr dimînin û ez dê bi kerê xwe ra zêdetir biaxifim. Aha van peran ez jibo seranserê rojê didim te ku bikaribim bi awayeke azad bi kerê xwe ra kurmancî biaxifim, ji ber ku kerê min jî tirkî nizane. Îcar te fam kir, jibo çi ez hemî perên xwe didim te!..”
Numûneyên weha bê guman li gelek herêmên Kurdistanê qewimîne ku yek ji wan numûneyan di kitêba “Erzincan Tarihi” da cî girtîye ku ew ji alîyê Ali Kemalî (walîyê Erzincanê yê wê demê bûye) ve di 1935an da hatîye nivîsîn. Ali Kemalî di kitêba “Dîroka Erzincanê” da weha nivîsîye:
“Gundîyê kurd ku ji gund çûye bajêr jibo tiştên xwe bifroşe û hin tişt jî bistîne, jibo her gotineka kurdî ku axifîye, mecbûr maye ku 5 quruş ceza bide memûrê zabitayê ku wê demê ew ceza pereyeke pir bûye. Memûrên zabitayê 5 quruş cezayê naqdî jibo her gotineka kurdî axifîne ji gundîyan sitandine.”
Eger em bi dîqet li tespîta M. Kemal ku li jor me nivîsîbû binêrin, em politika wî ya li ser Kurdistanê jî dibînin. Wek di pratika politika Ankarayê da hatîye dîtin; zimanê kurdî, çand, edebîyat û dîroka kurdî hatîye qedexekirin. Bi tabîreka dî dagirkerîya sistema Ankarayê li ser neteweyê kurd, ne tenê dagirkerî û qirkirina fizikî bûye; digel wê jî qirkirina ziman, çand, edebîyat û dîrokî jî pêk hatîye. Siyasetmedarên Ankarayê di çarçoveya tespîtên M. Kemal da her metodên teda û zulmê di dereceya hovîtîyê da xistine jîyanê û bi vî awayî neteweyê kurd wek koleyên sed salê yên nebinavkirî bi xwe ve dane girêdan.
Dewam dike..