Pompeo: Em Iraqeke azad, serbixwe û xwedî serwerî dixwazin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di pêywendîyeke telefonî de li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebulmehdîêrîşa alîgirên Heşda Şeibî bo ser balyozxaneya Amerîkayê protesto kir.
Navenda Nûçeyan- Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de ragihand, Mike Pompeo bi telefonê li gel Adil Ebdulmehdî axivîye û bi tundî êrîşa roja 31 Kanûna 2019ê ya milîsên ser bi Îranê ve ya li ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê protesto kirîye.
Pompeo herwiha ji Adil Ebdulmehdî re gotîye ku erkê hikûmeta Iraqê ye parêzgarîyê ji navendên dîplomatîk ên li Iraqê bike, û daxwaz jê kirîye ku rê li ber êrîşên bi wî awayî bigire.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê daye xuyakirin, ku ew Iraqeke azad û serbixwe dixwazin û tekez kirîye ku Amerîka bi serokatîya Donald Trump kar dike ji bo bidestxistina wan armancan li Iraqê.
Mike Pompeo herwiha bi telefonê li gel her yek ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahi, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Miheme el Tanî axivîye.
Mike pompeo bo çavdêrîkirina rewşa Iraqê serdana xwe bo çend welatan hilweşandîye û dê li Washingtonê bimîne.
Li alîyekê din, Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwazê ji welatîyên xwe dike ku ji ber metirsîya terorê û revandinê û şerê navxeyî serdana Iraqê nekin.
Di daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatîye gotin, ku grûpên milîsên li Iraqê metirsî ne li ser berjewendîyên welatên rojavayî li hemû cihên Iraqê .
Roja Çarşemîyê jî Amerîkayê tevahîya karên dîplomasî yên balyozxaneya xwe li Bexdayê rawestandie û ragihandîye ku Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê vekirî ye û dê karûbarên vîze û xizmetguzarîyan bo welatîyên Amerîkayê pêk bîne.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin