Pompeo: Erdoganî soza parastina hêzên Kurdî kir

Pompeo: Erdoganî soza parastina hêzên Kurdî kir

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeoyî, di hevpeyvîna di kanala CNBCê de ragihand ku serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Trump re gotiye, piştî derketina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ew êrişî YPGê û HSDê nakin.

A+A-

Pompeo amaje bi vê yekê kiriye ku vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, guherîneke taktîkî ye û biryardariya Amerîkayê ya ji bo tunekirina DAIŞê û nehiştina hêzdarbûna Îranê li herêmê naguherîne.

 
Li ser pirsa ku ‘Gelo dema vekişînê Amerîka baweriyê bi Erdogan tîne ku hêzên Kurd ên piştgiriya wan dike, neke armanc?’ jî Pompeo got, “Erdogan ji Serok Trump re soz da ku piştî vekişîna me dê têkoşîna dijî DAIŞê bidomîne û dostên me yên ku em ligel wan şer dikin biparêze.”
 
Şêwirmendê asayişa netewî ya Amerîka John Bolton jî beriya ku serdana Tirkiyê bike, gotibû, heta parastina kurdan neyê garantîkirin Amerîka ji Sûriyê dernakeve.
 
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham jî gotibû, di mijara parastina kurdan de baweriya me bi Tirkiyê nayê ji ber wê jî divê ev were garantîkirin.
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin