Profesor û zimanzana Kurd Zerê Yûsif hat oxirkirin

Profesor û zimanzana Kurd Zerê Yûsif hat oxirkirin

.

A+A-

Li bajarê Sant Peterbûrg yê Rûsya merasîmek ji bo xatir xwestin ji profesor û Zimannas û Kurdzana navdar Zerê Yûsif (Zara Aliyevna Yusupova) birêve çû.

Profesor Zerê Yûsif xebateke dûr û dirêj li ser zimanê Kurdî kiriye ku zêdetirî 80 pirtûk û lêkolîn li ser zimanê Kurdî hene. Zerê Yûsif  sala 1934an li Gurcistanê ji dayîk bû sala 1958 bawernameya doktorayê bidest anî.

Sant Peterbûrg mazûvaniya kombûneke kurdan û kurdologan dike. Ev ne ji bo konferanseke zanistî ye. Civat,  ji bo xatirxwastina Profêsor Zerê Yûsif  kom bûye, ku tevaya jiyana xwe ya zanistî di vê avahiyê de, ji bo lîkolînkirina diyalêktên zimanê kurdî terxankiribû.

Seroka Enstîtuya Destnivîsarên Rojhilatî ya Sant Peterbûrgê Îrîna Fedorovna Popova dibêje: “Zara Yusupova jiyana xwe terxanî Enstituya me kiriye. Di serî de Enstîtuya me beşekî Enstîtuta Rojhilatzanî ya Lenîngradê bû, ku sala 1961ê, Zara weke zanyar lê dest bi kar kiribû. Paşê nave Enstîtuya Destnivîsarên Rojhilatî lê kirin. Zerê Xan di qedera min de roleke mezin lîstiye. Min, şexsen weke serok, weke yekemîn seroka jin a vê Enstîtuyê her tim piştgirî jê wergirtiye. Ji ber  vê jî spasadarim ji Zerê xan re. Wefata wê, ji bo min, windahîyeke şexsî ya giran e. Bi wefata xwe ve Zerê xan, dawî li serdema Kurdolojiyî jî anî.”

Zerê  Yûsif, yek ji zaniyarên kedkar a dibistana kurdolojiya Sovyetê bû, ku di bin serpereştiya kurdzanê mezin Qanato Kurdo gihîştibû asta bilind a zanista fîlolojiyê. Wê, di warê diyalektolojiya zimanê kurdî de li pey xwe zêdetir ji 80 berhemên zanistî hîştine.

Ji xwe Rêveberiya Herêma Kurdistanê wefata Zerê Yûsif weke windahiyeke neteweyî dibînin.

Di nava diyasporaya kurdên Soveyata berê de, profesor Zerê Yûsif weke “Meta Zerê” dihat hezkirin. Lê navdengiya wê, ji sînorên Rûsya û Kurdistanê gelek dûrtir berbelav e.

Meta Zerê qet zewac ne kiribû. Weke hevkarên wê digotin, hevjîna wê zanist, an ku zimanê Kurdî bû.

Zere Yûsif sala 1934 a li Gurcistanê di malbeteke kurdên êzdî de ji dayik bûbû. Sala 1958an ew, ji bo doktoraya tê Lênîngradê, an ku Sant Peterbûrga îroyîn, û ta roja dawî ya jiyanê xwe li vê zanîngeha Rojhilatzaniyê kar dike.

Rêveberiya Enstituyê plankiribû ku termê Zerê Ûsiv, li Sant Peterbûrgê bi axê bê sipartin. Lê  xizmên wê, li gorî  wesiyeta merhûm bi xwe, bîryar dan ku termê bibin Gurcistanê û li goristana malabtê bispêrin axê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin