
Proseya vaksînkirinê li Brîtanyayê destpê kir
.
A+A-
Li Brîtanyayê vaksînkirinê destpê kir û jineke 90 salî bi navê Margaret Keenan weke yekem kes hat vaksînkirin.
Li 70 navendan li Brîtanyayê îro proseya vaksînkirina dijî Coronayê destpê kir.
Tenê li Londonê 7 navendên vaksîn li ser welatiyan tê dabeşkirin hene ku yek ji wan Nexweşxaneya St. Thomas a Londonê ye ku dema Serokwezîrê Brîtanyayê bi Coronayê ketibû li wê nexweşxaneyê çareserî werdigirt.
Li gor plana hatiye danîn destpêkê kesên 80 sal û mezintir têne vaksînkirin, herweha tîmên pijîşkî û karmendên kerta tendirustiyê ku di hêla pêşiyê ya Coronayê ne û kesên bi xwebexş daxwaza vaksînê kirine têne vaksînkirin.
Nexweşxaneyan daxwaz ji welatiyan kirine ku bê norê neyên bo vaksînê werbigrin.
Ev vaksîna Pfizer û BioANTEK e ku niha 800 hezar doz di destê hikûmetê de ne lê di bingeha xwe de divê 40 milyon doz vaksîn bê bikaranîn
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin