PSK: Em êrîşa Hewlêrê bi tundî şermezar dikin!
Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ji bo bûyera êrîşa çekdarî ya duhî li Hewlêrê pêk hatîbû, daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ji bo bûyera êrîşa çekî ya duhî li Hewlêrî pêk hatîbû, daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
PSKê di daxuyaniyê de bûyera pêkhatî şermezar kir û sersaxî ji malbata kesên ku di êrîşa çekî de jiyana xwe ji dest dane re xwest
Daxuyaniya PSKê:
Armanca Êrîşa Hewlêrê Aramî û Asayiş e
Nasnameyên êrîşkar çi dibin bila bin, armanca erîşê, ku li paytextê Herêma Kurdistanê bo ser restoranek hatiye kirin, aramî û aşayişa Herêma Kurdistan e, pêkvejiyan e.
Bê guman êrîşa hanê ne yêkan e. Berê jî êrîşa bi vî rengî hatiye çêkirin, lê belê negihîştine armanca xwe. Êrîşa vê care jî wê negihîje armanca xwe.
Em bi tundî erîşa hanê û hêzên tarî û nehezên Kurd yên ku li pişt vê êrîşê ne, mehkum dikin. Serxweşiya xwe pêşkeşê malbatan, ku bûne qurbane erîşa hane dikin û şîrîkê xema wan in, daxwaza şifayê xêrê bo birîndaran dikin.
Divê hêzên asayişa Herêma Kurdistan êrîşkaran û hêzên tarî yên ku pişta vê erîşe ne, eşkere bikin.
17 Tîrmeh 2019
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin