PSK: Êş û elemê me gelek giran e
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) jiber wefata welatperverê Kurd Behçet Epözdemir peyameke sersaxîyê belav kir.
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) jiber wefata welatperverê Kurd Behçet Epözdemir peyameke sersaxîyê belav kir.
“Îro berê êvarê hevrêyê me Behçet Epozdemîr çû ser dilovanîya xwe.
Heval Behcet, di seretayî xortanîya xwe wekî xebatgerek di nava rêfên Rîya Azadîyê da ci girt û heya mirinê jî di refên partîya meda bi cangorîyê kar û xebat kir.
Hevrê Behçet, di sala 2016an da di nava damezranerê partîyê da ci girt û heya mirînê endamê Meclîsa Partîyê bû.
Heval Behçet her usa endame KURD-KAV bû û bi salan di Komîteya Bi Rêva Birinê KURD KAVê da ci girt.
Hevrê Behçet gelek zû ji ber nexweşîya xedar xatir ji me xwast, ku hêşta dikari bû gelek kar bike.
Êş û eleme me gelek giran e.
Serê partîya me, sere dê û bav û xwîşk û bira û hemu malbata Epozdemîr û hezkirîyên we sax bin.
Em hevrê Behçet jî bir nakin!
Ew di xebata me da bijî û emê nehêlin alayê wî bikeve erde!
Ruhê wî şad be!”
23 Adar 2020
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin