PSK: Nijadperestan êrîşî teşkîlata me ya li Manîsayê kir!
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK, ragihand ku di berbanga îro ya 25ê Cotmehê de, komeke nijasperestên tirk ketiya avahiya teşkîlata wan û dirûşmên faşîst û şoven li dijî wan avêtine.
Di belavoka ji aliyê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ve ji Rûpela Nû re hatî şandin de wisa hat gotin:
"Şaxa Manîsayê ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK carekî dinê kete ber êrîşa nijadperest, faşîst û şovenan.
Şaxa Manîsa a PSK berê jî gelek caran ketibû ber êrîş û gefxwarina nijadperestên Tirk.
Berbanga 25ê Cotmeha sala 2018an, çend kes deriyê derve yê avahiyê, ku şaxa partiya me jî tê de ye, şikandine û dijî partiya me diruşm avêtine, xeberên xirap gotine.
Êrîşkar negihiştine qata ku şaxa partiya me tê de ye û ji wan 2 kes (M.C.A û F.C.O) ji aliyê polêsan ve hatine girtin.
Êrîşa hanê tenê tawana zirargihandin li mal nîne, her wiha tawanekê mirovî ye, tawaneka kîn û nefret e bo beşekê civakê.
Êrîşa hanê her wiha dijminkariya nijadperest û faşîstên Tirk di derheqê Kurd û rêxistinên kurd û siyasetmedarên Kurd de nişan dide.
Êrîşa hanê nişan dide, ku, eger pêşiya êrîşên bi vî rengî neyê girtin û desthilatdarên Tirkiyê bona vê armancê tevdîr nestînin, rê li ber êrîşên mezîntir û xeternaktir xweş dibe.
Em êrîşa bo ser Şaxa Manîsa a Partiya me bi tundî mahkum dikin.
Divê hikumeta AK Partî bona, ku rê li pêşiya êrîşên hanê bigire, tevdîrên pêwîst ên îdarî û ewlehiyê bistine.
Divê êrîş li ser rêxistin û siyasetmedar û kesên Kurd wekî tawana mirovî bê hesibandin.
Em banga hêzên welatparêz, şoreşger, demokrat û aşitîxwaz dikin, ku dengê xwe dijî êrîşa hanê bilind bikin, piştgirê saxa Manîsa a PSK bin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin