PSK: Piştgiriya Zarok TV dikin

PSK: Piştgiriya Zarok TV dikin

PSK li ser cezakirina Zarok TVyê ya ji aliyê RTÜKê ve belavokek belav kir û got: Partiya Sosyalîst a Kurdistanê piştgiriya Zarok TV û radyo û televîzyonên dinê, ku rûbirûyî kiryarên hanê ya RTUKê ne.

A+A-

Di belavokê ku gihişte Rûpela Nû de wisa hat gotin:

"Desteyê Bilind ya Radyo û Televîzyona Tirkiyê (RTUK) ceza da Zarok TV.

RTUK belav kirina kilamên Kurdî, ku têda bêjeya “Kurdistan” heye, wekî sedem nişan da û got, ku “Kurdistan ji aliyê Cumhuriyeta Tirkiyê nehatiye qebul kirin” û ev yêka jî xizmet e bona “rêxistinê terorê”.

Biryara hanê ya RTUK xizmeta asîmîle kirina zarokên Kurd dike û her usa gef e li ser radyo û televîzyonên dinê û gavek e ber bi qedexe kirina bêjeya Kurdistanê hatiye avêtinê.

Biryara hanê ya RTUK, ku girêdayiya Wezareta Çand û Geştûguzar e, nişan dide dewleta Tirk derheqa pirsa Kurd da vedigere siyaseta berê û amaje bi vê yêkê dike, ku Tirkiyeyê nu di bin rêvaberiya “İttîfaka Cumhur” da wê çawa be.

Em biryara RTUK ya derheqa Zarok TV bi tundî mahkûm dikin û daxwaz ji aliyên hestyar, ji hêzên aşitîxwaz, azadîxwaz û demokratik dikin, ku biryara hanê ya dij-demokratîk û dij Kurdistanê dengê xwe bilind bikin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê piştgiriya zarok TV û radyo û televîzyonên dinê, ku rû be rûyê kiryarên hanê ya RTUK ne.

28.07.2018

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin