PSK, TDK-TEVGER, PAKê  alîkarîyên xêrxwazan gîhandin mexdûrên 4 gundên  Îslahîyeyê

PSK, TDK-TEVGER, PAKê alîkarîyên xêrxwazan gîhandin mexdûrên 4 gundên Îslahîyeyê

.

A+A-

Heyeta hevbeş a TDK-TEVGER, PSK, PAKê, li gundên Tenûr (Tandır) û Serêbenê (Kayabaşı), Kerkut (Boğaziçi), Tizbî (Yağızlar) ya navçeya Îslahîyeyê ya bi ser bajarê Dîlokê(Entab) ve ye, alîkarîyên ku xêrxwazê welatperwerê Kurd Hanîfî Xerzî ji Îsvîçreyê anîbûn, roja 18.02.2023yê li gel Hanîfî Xerzî gîhandin mexdûrên erdhejê.

Heyeta hevbeş a PSK, TDK-TEVGER û PAKê ji Cano Amedî, Rifat Sefali, Mehmet Alî Yilmaz, Suleyman Pamûkçû pêkhatibû.

Alîkarî bi rêya mamoste Mihemed Bestamî yê ku xelkê wê deverê bû , li 4 gundan li mexdûrên erdhejê hatin belav kirin.

Di nav van alîkarîyan da çadirên zivistanê, tilûmên xewê yên ji bo zivistanê, betanîye û cil û bergên zivistanê hebûn.

Heyeta hevbeş a TDK-TEVGER, PSK, PAKê jî, mexdûrên herçar gundan jî , ji ber ku ji Îsvîçreyê heta vê derê zehmetî kişandîye da ku alîkarîyan bigihîne mexdûran, sipasîya welatperwerê Kurd Hanîfî Xerzî kirin.

Heyeta hevbeş a PSK, TDK-TEVGER, PAKê ji alîyekî ve alîkarîyên xêrxwaz Hanîfî Xerzî li mexdûran belav dikirin, ji alîyekî ve jî seredana Beldeya Xotayê(Altınüzüm Beldesi) û gundên Tenûr (Tandır), Serêbenê (Kayabaşı), Kerkut (Boğaziçi), Tizbî (Yağızlar)yê kirinû di derbarê kesên ku di erdhejê da jîyana xwe ji dest dane û zerarên malî da ji gundîyan agahadarî werdigirtin.

Li gorî van agahdarîyan, li navçeya Îslahîyeyê gelek avahî rûxane û nêzîkî 5 hezar kesan jîyana xwe ji dest dane.

Li Beldeya Xotayê( Beldeya Altinuzum) ji 100î zêdetir mirovan jîyana xwe ji dest dane, ji 3000 xanî yên heyî ji 40î zêdetir ji wan hilweşîyane, ji 100î zêdetir jî nikarin bêne bikar anîn.Li Xotayê di erdhejê da, Serokê Berê yê Beledîyeya Xoytayê Bekîr Dûdû û hevjîna xwe jî jîyana xwe ji dest dabûn. Bekîr Dûdû bavê nivîskara welatperwera Kurd Vera Koyî û xezûrê welatperwerê Kurd Omer Ozmen e.

Li gundên Tenûr (Tandır), Serêbenê (Kayabaşı), Kerkut (Boğaziçi), Tizbî (Yağızlar)yê bi sedan kesan jîyana xwe ji dest dane.

18.02.2023

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)pak1.jpegpak2.jpegpak3-001.jpegpak4-001.jpegpak5.jpegpak6.jpegpak7.jpegpak8.jpegpak9.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin