PSK û PAK: Coronavirusê jî nikarîbû rê li ber binpê kirina îradeya hilbijêran bigire
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) û PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) jiber tayînkirina qeyûman li ser 5 şaredarîyên HDPyê (Partîya Demokratîk a Gelan) daxûyanîyek belav kir.
Navenda Nûçeyan - PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) û PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) jiber tayînkirina qeyûman li ser 5 şaredarîyên HDPyê (Partîya Demokratîk a Gelan) daxûyanîyek belav kir.
Di daxûyanîya xwe de PSK û PAK wiha gotin:
“Di van rojên ku coronavîrus tendurristîya hemû civatê tehdît dike de jî, neheqî, zilm, binpê kirina îradeya hilbijêran, girtin û hefs kirina mirovan her berdewam e.
Hikûmeta AK partîyê, qeyûm danî ser 5 şaredarîyên HDPyê û hinek hevserokên şaredarîyan hatine dest bi ser kirin.
Tayîn kirina qeyûman, binpê kirina îradeya hilbijêrên HDPyê ye û herweha beşeke ji sîyaseta resmî ya Dewleta Tirkîyeyê ye ku li ser bingehê dijayetîya Kurdan hatîye damezrandin.
Tayîn kirina qeyûman nîşana wê yekê ye ku, Hikûmeta AK Partîyê dixwaze jibo sîstema take kesîyê û dîkatatorîyê xurtir bike, dixwaze ji vê rewşa awarte ya ku bi coronavîrusê re peyda bûye feydê bigire.
Lê divê Hikûmeta AK Partîyê jî bizanibe ku tu kes bi zilm û zordarîyê biserneketîye, bextewar nebûye.
PSK û PAK vê sîyaseta Hikûmeta AK Partîyê ya tayîn kirina qeyûman protesto dike û bangî Hikûmeta AK Partîyê dike da ku dawî li vê sîyasetê bîne.
PSK û PAK bangî hemû alî, dezgeh û hêzên welatperwer, aştîxwaz, şoreşger û demokrat, bangî hemû dezgehên sivîl dikin da ku li himberî tayîn kirina qeyûman, li himberî hemû kiryarên anti demokratîk dengê xwe bilind bikin.
PAK û PSK bangî raya giştî ya navnetewî, dezgeh û hêzên humanîst û demokratîk dikin da ku bi zextên xwe rê li ber vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya anti demokratîk bigirin.”
23.03.2020
PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin