Putîn li Enqerê ye
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin gihîşt Enqerê. Putîn, Erdogan û Rûhanî sibê li ser mijara Sûriyê dicivin.
A+A-
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, îro hate Enqeraya paytaxta Tirkiyeyê.
Putîn û Erdoğan vê êvarê dê bi rêya vîdeokonferansê, beşdarî merasîma destpêkirina avakirina Navenda Atomî ya Mêrsînê bibin.
Her weha îro bi serpereştiya Putîn û Erdogan, Konseya Hevkarî ya Tirkiye-Rûsyayê dê heftemîn car di Koşka Serokomariyê de bicive. Çavlirê ye ku, her du serok civîneke rojnamevanî li dar bixin.
Sibê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî dê serdana Tirkiyê bike û her sê serok ên garantorên Astanayê, derbarê krîza Sûriyê de danûstandinan bikin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin