Putin parêzbendiya yasayî ya heta hetayî bo xwe îmza kir
.
A+A-
Serokê Rûsya ya federal Vladimir Putin yasayek îmza kir û li gor wê yasayê parêzbendiya yasayî ya heta hetayî bo xwe dide.
Li gor nûçeya çapemeniya Rûsyayê Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn yasa îmza kiriye û li gor wê yasayê serokên Rûsyayê dikarin bibin endamên encûmena yekitî û endamê encûmena bilind a Parlamentoya Rûsyayê.
Li gor yasaya nû, Vladimir Putîn û hemû serokên berê û piştî wî jî heta hetayî parêzbendiya wan a yasayî heye ku kes nikare biryara girtina wan, kontrola wan, lêpirsîn û dadgeh kirina wan bike.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin