PWK: Biryara tayin kirina qeyûman, tune hesibandina îradeya dengdêran e
.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyek biryara tayînkirina qeyûman ya li ser şaredarîyên Mêrdîn, Batman û Halfetîyê şermezar kir. PWKê ev biryar wek tune hesibandina îradeya dengdêran pênase kir.
"Biryara tayin kirina qeyûman, tune hesibandina îradeya dengdêran e
Wezarete Navxwe ya Komara Tirkîyeyê, Serokê Şaredarîya Mêrdîn, Batman û Halfetîyê ji wazîfeya wan wergirt û li cîhê wan qeyûm tayîn kir.
Biryara tayîn kirina qeyûman, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Mêrdîn, Batman û Halfetîyê ye. Biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.
Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin.
Divê serokên şaredarîyên Mêrdîn, Batman û Halfetîyê vegerin ser wazîfeyên xwe."
04.11.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin