PWK di salvegera 39an de Cigerxwîn li gundê Hesarê bibîranî

PWK di salvegera 39an de Cigerxwîn li gundê Hesarê bibîranî

.

A+A-

22.10.2023 an de bi endam rêvebir û dostên PWK ê li Hesar a Gundê Cigerxwîn salyadîya 39 an de bi giramî bibîranî.

Li peşîya mala wî bi pankart û Ala rengîn deqqeyek rêz hate girtin.

Endamê Meclîsa PWK Ahmet Orhan daxuyanîya PWK xwend.

''Esas navê wî Şêxmûs Hesen e. Di sala 1903'an da li Hesarê gundê Gercuşê hatiye dinyayê ku îro em li vêderê bune mêvanê Cegerxwîn .Ji bilî xebatên xwe yî sîyasî ,di sala 1928'an da di kovara Hawar da bi navê Cigerxwîn dest bi nivîsa helbestan kir.10 Dîwan,2 Pirtukên çîrok,li ser ferheng û çîrok û zimanê kurdî 4 berhem û 3 cîlt Dîroka Kurdistanê ji me re mîrate ma'. . Herweha hinek berhemên wî hene ku hêjî nehatine çapkirin

Cegerxwîn yek ji pêşewayê modernîzekirina naveroka helbesta kurdî-kurmanciye.Ewî helbesta kurdî ji esmanan daxist anî di nava gel de belavkir.Ew bû pirek di navbera helbesta klasîk û ya modern de.Ew î hizra nasnameya kurdî bi destê helbestê praktîze kir. Helbest di destê Cegerxwîn de dibe çek. Cegerxwîn di helbestên xwe de bitenê qala bindestiya milletê Kurd nake; şerê dijmin jî dike di helbesta xwe de û bang li Kurdistanîyan dike ku li hemberî dijmin têbikoşin.Her wiha ew î bi helbesta xwe piştgiriya hemû gelên bindest û çîna karkeran kir.Wek Qanadê Kurdo dibêje;Ew bû ensiklopediya rabûn û rûniştin û hevbendiya kurd.

Cegerxwîn jiyana xwe di nava wêje û siyasetê de derbas kir. Ji ber karê xwe yê siyasî jî, çend caran ji Rojavayê Kurdistanê derketiye.Seydayê Cegerxwîn di wêjeya kurdî de xwediyê roleke mezin bû. Ew wek mamosteyê edebiyata kurdî jî hatiye binavkirin.Di sala 1920an li dîbistana olperestî (medrese)xwend û ji bo xwendinê, çend salan li Kurdistana Iraq, Kurdistana Îran û Kurdistana Sûriyê geriyaya û ji nêzîk ve rewşa miletê kurd li parçeyên Kurdistanê şopand.

39 sal bûye ku Cegerxwîn koça dawî kiriye. Lê him bi helbestên xwe, him bi xebatên xwe yên civakî û siyasî û him jî bi saya muzîkjenan navê wî her belav bûye û belav dibe.Hinek Minak;

Mihemed Şêxo: Ay lê gulê Şivan Perwer: Kî ne em?

Nîzamettîn Ariç: Jîn û hebûn Ciwan Haco: Pir xweş e

Gulistan - Şivan Perwer : Kurdistan e Kurdistan

Aram Tîgran: Lêv şêrîna min

Mehmet Atli: Pismamo Koma Azadî: Herne pêş

Bûrhan Berken: Gulfiroş Yûnûs Dîşkaya: Yar ko ne mêvanê te bî

Berfîn Aktay: Mem û Zîn Rûken Yilmaz: Dîlbera Nazik

22.10.1984'an di 81 salî ya xwe de li Stockolmê koça dawî kir.Em wek endam û rêvebir û dostên PWK-Partîya Welatparêzên Kurdistanê bi vê helwesta ku ev zimanê şerîn anîye asteke payebilind; Em di salroja 39emîn wefata helbestvan,welatperwerê Kurd,kedkarê doza Kurdistanê Cegerxwîn de li gundê wî bi giramî bibîrtînin.

Paşî Şexmus Hamo du helbest bi navê "Hesarê"û "Şîna Cigerxwîn"xwend.22.10 2023

Şaxa Batmanê Ya PWK-Partîya Welatparêzên Kurdıstanê

 

2-434.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin