PWK: Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Nevçeya Akdenîzê ya Mêrsînê şermezar dikin
.
Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) derbarê qeyûmkirina Şaredariya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya PWKê wiha ye:
Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Nevçeya Akdenîzê ya Mêrsînê şermezar dikin
Hevserokên Şaredarîya Navçeya Akdenîzê ya Bajarê Mêrsînê, Nûrîye Aslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên Meclîsa Şaredarîyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç û Hîkmet Bakirhan hatibûn desteser kirin û îro jî biryara girtinê di derbarê wan de hate dayin.
Piştî vê biryarê, Wezareta Navxwe ya Komara Tirkîyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya Nevçeya Akdenîzê ya bajarê Mêrsînê ya DEM Partiyê ji wazîfeyê wergirtîye û li cîhê wî qeyûm tayîn kirîye.
Biryara tayîn kirina qeyûman, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Navçeya Akdenîzê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.
Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin.
Divê serokê şaredarîya Navçeya Akdenîzê vegere ser wazîfeya xwe.
13.01.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin