PWK: Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Şaredarîya Sêrtê şermezar dikin
.
Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di derbarê tayinkirina qeyûm ya Şaredariya Sêrtê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî ku Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaş bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" 6 sal û 3 meh ceza girt, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ew ji wezîfeyê girt û li şûna wê Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya wek qeyûm tayîn kir.
PWKê ev biryar wek binpêkirina îradeya dengdêran û biryareke siyasî ya li dijî pîvanên demokrasiyê binav kir û daxwaz kir ku Hevseroka Şaredariyê vegere ser wezîfeya xwe.
Di dewana daxuyaniya PWKê de wiha hat gotin:
Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Şaredarîya Sêrtê şermezar dikin
Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaş roja 28.01.2025ê, bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê”, 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn.
Piştî vê biryarê, Wezareta Navxwe ya Komara Tirkîyeyê ragihand ku Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaş ji wazîfeyê wergirtîye û li şûna wê Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya wekî qeyûm hatîye danîn.
Biryara tayîn kirina qeyûman, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Sêrtê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.
Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin.
Divê Hevseroka Şaredarîya Sêrtê vegere ser wazîfeya xwe.
29.01.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin